20:37 26 Gulan 2018
Xwekûjê DAIŞê

Asayîşa Kurdistanê li Hewlêrê pêşiya çend teqînan girt

© Foto: Screenshot via Twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, wan li Hewlêrê pêşiya çend teqînan girtiye.

Hewlêr — Asayişê hinek belgeyên vîdyoyek belav kir û tê de dîmenê çend terorîstan dide xuyakirin ku dixwestin li bajarê Hewlêrê teqînan bikin.

Di wê vîdeoyê de 3 xortên ereb ku çekdarên DAIŞê ne diaxivin û tê de mukir tên ku wan dixwest li Hewlêrê karên terorîstî bikin.

 Îtîrafên xwekûjan

Casim Mihemed Etiye ku xelkê bajarokê Hewîce yê bakurê Kerkûkê ye û yek ji çekdarên DAIŞê ye. Dixwest li Hewlêrê karê "terorîstî" pêk bîne. Dibêje, wî li Hewîceyê perwerde dîtiye.

Beşar Mehmûd Nayif Elî ji eşîra Elubeydî ye û xwendekarê zanîngehê ye. Xêzandar e û piştî ku tevlî DAIŞê bûye, ligel çekdarekî kurd ê DAIŞê fêrî çêkirina bombeyan bûye. Beriya ku li Hewlêrê teqînekê bike, hatiye girtin.

Îhsan Mehmed Elî Cibûrî jî xelkê Hewîce ye. Ew dî îtîrafa xwe de dibêje, min di ofîsa şandin û wergirtina pereyan de kar dikir û beriya 3 mehan tevlî DAIŞê bûm. Ji Ebû Zehra ku yek ji berpirsên DAIŞê ye, min pere wergirtiye da ku otomobîlekê bikirim û teqînekê li Hewlêrê pêk bînim.'

Bi heman mijarî:

DBP sibê li Amedê ji bo Farqînê dimeşe
Rûsya: Divê pêşgiriya ewlehî ya balafirxanan û baregehên atomî were girtin
Serokên cihanê ji bo Zîrweya G-20ê ya Tirkiyeyê dest bi hatinê kirin
Hêza YPGê û QSDê li Hesekê piştî Holê gundeki din jî rizgar kirin
Şêx Cefer: Gefên tûj li El Heşd El Şebî xwarin
Etîketan:
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, DAIŞ, Casim Mihemed Etiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de