12:48 22 Çile 2018
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Şêx Cefer: Gefên tûj li El Heşd El Şebî xwarin

    © AFP 2018/ Mohammed Sawaf
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandarên Hêzên 70ê yê Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa gef li çekdarên şîe xwar û got, heke ev êriş berdewam bin em ê bi awayek tund bersiva wan bidin.'

    Hewlêr - Fermandarê Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa derbarê êrişên milîsên şîe yên li navçeya Xûrmatû bi awayek tund axivî û got, ‘me neçar bikin em ê wan jî wekî dijmin bibînin.'

    Eve du roj in milîsên ser bi El Heşd El Şebî li navçeya Xûrmatû ya ser bi Kerkûkê êriş dikin ser malên hemwelatiyan. Bi roxmê rêkeftina rêberiya Xûrmatû berpirsên El Heşd El Şebî jî koma çekdarên şîe êrişên xwe yên ser malên welatiyan berdewam dikin.

    Fermandarên Hêzên 70ê yê Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa li ser van rûdanan li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê ragehand ku, ‘ew van êrişan bi tu awayî qebûl nakin. Em bi tu awayî zext, zilm û stemkariya tu aliyekê li ser gelê kurd qebûl nakin.'

    x Mistefa gef li El Heşd El Şebî jî xwar û got, ‘heke me naçar bikin, em ê bi cave dijmin li wan binerin û şerê wan bikin. Em ê bi awayek tund bersiva wan jî bidin.

    Piştî dagirkirina Mûsilê û beşek naveratê Iraqê ji aliyê DAIŞê ve, artêşa Iraqê têk çû û merciên olî yên şîe komên bi navê El Heşd El Şêbî ava kirin.

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên DAIŞê xwe dikujin
    Nasnameya ciwanê ku li Hezexê hat kuştin diyar bû
    KDP-Bakur ji bo rizgarkirina Şengalê Serok Barzanî pîroz kir
    PARÎS - Piştî êrişan kete bêdengiyê, 127 kuştî û 180 birîndar (gav bi gav tê nûkirin)
    HPG: ‘Em naxwazin ku Şengal ji axa Kurdistanê biqete'
    Etîketan:
    Heşd El Şebî, Pêşmerge, Şex Cefer Mistefa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de