08:50 24 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê: 'DAIŞ tenê li riya revê digere'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22

    Fermandarê Pêşmerge Teyib Ebdula Gerdî taybet ji Spûtnîkê re axivî û derbarê operasyona Şengalê de agehî dan.

    Şengal — Fermanderekî Pêşmerge Serbazê Pêşrew Teyib Ebdula Gerdî daxuyand ku pêşmerge bi moraleke mezin şer dike û di destpêka şerî de zirareke mezin gihiştiye rêxistinê û Serokê Îstixbarata DAIŞê Ebû Cihad hatiye kuştin.

    Gerdî diyar kir ku hêzên dewleta Iraqê li wir nîn û tenê Hêzên Pêşmerge şer dikin û hêzeke biçûk a PKK-YPGê jî heye.

    Derbarê hejmara Pêşmerge de jî got ku 7 hezar 500 pêşmerge rasterast di operasyonê de ne û 20 hezar jî amade li benda fermanê ne; Serok Barzanî bi xwe eniya şer dimeşîne.

    Derbarê pêvajoya şer de jî wiha got: ‘Riya Teleskopê ya ku digihêje Mûsilê hatiye rizgarkirin û di kontrola Pêşmerge de ye; riya revê ya DAIŞê tenê aliyê Mûsilê ye. Gelek otomobîlên wan hatine teqandin û îmhakirin. Pêşmerge bi çekên Milan û Doçka şer êriş dike. Ji bo refên rêxistinê tenê sê rê mane: kuştin, teslîmbûn û rev.

    Li ser pirsa ‘gelo gelê Şengalê çawa li operasyonê dinêre?' jî got: ‘Piraniya êzdiyan ji operasyonê kêfxweş in û li bendê ne Pêşmerge deverê rizgar bike. Hinek jî li bendê ne ku PKK Şengalê rizgar bike.' Gerdî ji bo van êzidiyan jî got ku hêza PKKê ya ku bikaribe rizgar bike nîn e. Jixwe demeke dirêj derbas bûye û PKKê nikaribûye rizgar bike.'

    Li ser pirsa ‘gelo di destê endamên DAIŞê yên li Şengalê de jin û zarokên êzidî hene; dibe ku wan wekî mertalên zindî bi kar bîne?' Fermandarê Pêşmerege got: ‘Niha li eniya şer di destê wan de tiştek nemaye; jixwe tenê hizra reviyanê û saxfilitînê dikin.'

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Yekem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Duyem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Sêyem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Dawîn)
    Etîketan:
    plana rizgarkirinê, rizgarkirina Şengalê, Şengal, operasyon, Wezareta Pêşmerge, TEYIB ABDULLA GERDÎ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de