02:54 26 Gulan 2018
ISerokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Emmar El Hekîm

ŞENGAL - Barzanî operasyonê dimeşîne (gav bi gav tên nûkirin)

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Bîlançoya roja yekem: 100 kuştî, 150 km hat kontrolkirin

21:30 — Fermandariya Giştî yê Hêzên Pêşmerge daxuyanî da û encamên şerê îro diyar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: ‘Roja pêncşemê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Şengalê de  zêdetirî 150 km axa Kurdistanê ji endamên DAIŞê hat paqijkirin.'

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Pêmerge li ser pêşveçûnên xwe berdewam e û niha jî em li benda tîmên endazyarî yên taybet bi pûçkirina mînên çandî û teqmeniyan in daku nav bajarê Şengalê were paqijkirin.'

14.10 — Barzanî mizgînî da: Girtina Şengalê pîroz be!

Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Piştevaniya Yek a Hêza Pêşmerge Sîhad Barzanî mizgînî da û got: Ji niha ve girtina Şengalê li kurdistaniyan pîroz be. Ewa ku pêwîst bû me kir û me Şengal ji destê DAIŞê derxist.

Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Piştevaniya Yek a Hêza Pêşmerge Sîhad Barzanî ku li eniyê herî pêş ê şerê rizgarkirina Şengalê ye, derbarê operasyona îro ya hêzên pêşmerge ya bo kontrolkirina Şengalê daxuyanî da Rûdawê û ji niha girtina Şengalê ji gelê Kurdistanê pîroz kir û ragihand, ku heya niha li gor agahiyên wan zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Derbarê paqijkirina tevahiya bajarê Şingalê ji çekdarên DAIŞê de, Sîhad Barzanî da xuyakirin ku, ‘Ji bo ku em herin nav bajarê Şengalê, me arîşeya bombeyên vedayî hene. Ji ber wê jî em hêdî hêdî ber bi pêşve diçin. Lê belê ez bawer nakim êdî kesek têde mabe. Her xwekujek û çekdarek jî eger mabe, dê were kuştin.'

Derbarê pêwîstiya hêzên pêşmerge bi çekên giran de, Barzanî tekez kir, ‘pêwîstiya me bi tankên nû, top û katyûşa, gulle û cebilxaneyê heye.'

Barzanî destnîşan kir ku, ‘guleyeke tenê jî ji hevpeymanan wernegirtiye, ew çekên ku me hene, yên sala 2003 ne ku di dema rûxana rejîma Sedam Hisên de ve bidest xistine. Wê demê jî ji me re digotin, nabe ku hûn wan çekan bibin. Em hêvî dikin Amerîka pêdeçûnê bi siyaseta xwe bike û çekên nû ji me re bişîne, çimkî rewşa deverê wisa ye, eger DAIŞ jî bi dawî were, dê DAIŞek din çê bibe. Ji ber wê jî me bo parastina xwe û dostên xwe pêdivî bi çekan heye.'

 14.00 — Milîtanên kuştî yên DAIŞê ketin destê Pêşmerge

Fermandarê Pêşmerge li Şengalê Emîd Kamîl Herkî ragihand ku, termê 8 çekdarên DAIŞê li cihekî ketin destê Pêşmerge.

Fermandarê Pêşmerge li Şengalê Emîd Kamîl Herkî ragihand ku, 8 termên çekdarên DAIŞê li cihekî ketin destê Pêşmerge, ku di encama lêdana wesayîta wan de li gundê Fezîle yê ser bi Şengalê vem hatibûn kuştin. Hêzên Pêşmerge li aliyê Til Eferê ve gihîştine gundê Sulaxê ku tenê 3 km dûrî bajarê Şengalê ye.

 

Analîsta siyasî û stratejîst Julie Lenarz jî derbarê operasyona Şengalê de axivî

Analîsta siyasî û stratejîst ya Brîtanî Julie Lenarz (Seroka Navenda Ewlehiya Mirovî) derbarê operasyona Hêzên Pêşmerge de di hesabê xwe yê Twitterê de operasyona Şengalê wekî serkeftinekê nirxand û got ku, çal û kortalên Şengalê tijî termên DAIŞî bûne.

 13.40 — Rewşa dawî ya Şengalê: 8 wesayîtên bombekirî hatine teqandin

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku şeva borî komek çekdar ji Şingalê reviyane, yên mane jî tenê yek rê ji wan re maye ew jî kuştin e!

Hat ragihandin ku, Hêzên Pêşmerge heta niha 8 wesayîtên DAIŞê yên bombekirî teqandin û di nava Şingalê de dora 200 çekdarên DAIŞê hatiye dorpêçkirin.

 13.00 — Fermandarekî Pêşmerge: Tenê %30ê yê Şingalê maye

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Simêr ragihand ku, heta niha %70ê bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

Li ser rewşa dawî ya şer, fermandarê pêşmerge li Şingalê Qasim Simêr ragihand ku, heta niha %70ê Şingalê hatiye kontrolkirin û kontrolkirina tevahiya bajêr nêzîk bûye.

Li gorî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, di operasyona Şingalê de 7 hezar û 500 Pêşmerge beşdar bûne û 20 hezar pêşmerge jî amade ne

12.45 — Viyan Dexîl: Xwezî ez jî li Şengalê li kêleka pêşmerge bûma

Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, kêfxweşiya xwe ji bo operasyona rizgarkirina Şingalê nîşan da û got, xwezî niha ez li Şingalê bûma.

Nûnera kurd ya êzîdî di Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl, li ser operasyona Şingalê axivî û got, ‘ez pir kêfxweş im bi vê yekê û ez pîrozbahiyê li hemû êzîdiyan dikim. Me gelek êş dît me şehîd û birîndar dan. Berhema vê yekê jî dê di nav çend rojan de derkeve.

Dexîl, ku niha li Bexdayê got, xwezî ez niha li Şingalê û li kêleka xûşk û birayên xwe yên Pêşmerge bûma.

Viyan Dexîl
© Foto : PNA
Viyan Dexîl

12.30 — Kemal Kerkûkî: Li hemberî DAIŞê tenê Hêza Pêşmerge şer dike

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî Spûnîkê re ragihand ku îro peşmerge operasyona Şengalê dest pê kir.

Kemal Kerkûkî ji nûçegihanê Spûtnîkê re ragihand ku, ‘li Şengalê li hemberî DAIŞê tenê Hêza Pêşmerge şer dike û moralê peşmerge pir başê û heta Şengal azad nebe pêşmerge li şengalê dernekev e.

Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘pêşmerge ketîyê navenda Şengalê û kolanan de bi DAIŞê re şer dike.

12.00 — Zeîm Elî behsa rewşa Şingalê dawî dike

Hêzên Pêşmerge li Şingalê pêşde diçin û pir bi başî pilana girtina Şingalê birêve dibin.

Fermandarê Pêşmerge Zeîm Elî ji eniya şer derbarê wê operasyonê axivî û wiha got, ‘Hêzên Pêşmerge di vî şerî de xwedî ezmûneke mezin in. Pilana girtina Şingalê bi amadebûna Serok Barzanî hatiye danîn.'

Derbarê çawaniya cihbicihkirina pilana Pêşmerge, Zeîm Elî ragihand ku, ‘Pêşmerge pilanê pir bi başî bi cih dike. Sedema ku em lezê nakin, ew e ku bombe û mayinên vedayî hene û Pêşmerge wan pilanan pûç dike yan diteqîne.'

  11.30 — 200 çekdarên DAIŞê di Şengalê de êsîr mane

Hat ragihandin di nava Şingalê de nêzî 200 çekdarên DAIŞê mane û dora wan hatiye girtin.

Li gorî agahiyên herêmî ku radigihînin 200 çekdarên DAIŞê li nav bajarê Şingalê de mane û dora wan ji aliye Hêzên Pêşmerge ve hatiye girtin û rêya revê ji wan re nemaye.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed her wiha got, di şerê Şingalê de tenê hêzên Pêşmerge beşdar bûne û ji xeyrî ala Kurdistanê tu al û ambleke din nehatiye bilindkirin.

 11.00 — Hemîn Abdulah: Pêşmerge bi pêş ve diçe

Rojnamevan û nivîskar Hemîn Abdulah ji Spûtnîkê re ragihand ku, li Şengalê Hêzên Pêşmerge bi pêşve diçin û li navenda şengalê di nav kuçeyan de pevçûnan dest pê kir.

Abdulah destnîşan kir ku pêşmerge bi lez pêş ve diçin û gelek gundên li rojavayê Şingalê hatine bi dest xistin. Hêza Pêşmerge ji aliyekî û çekdarên PKKê jî ji aliyekî ve bê kordînê li Şengalê li hemberî DAIŞê şer dikin.

10.45 — Çekdarên DAIŞê ji hev belav dibin

Hêzên Pêşmerge li Şingalê pêşde diçin û çekdarên DAIŞê jî ji niha ve şepirze bûne!

Obêd Reşavayî diyar kir ku heta niha gundên Til Şor, Gabara û Qizilkend ketine destê Pêşmerge.

Reşavayî anî ziman ku çekdarên DAIŞê zêde nikarin li ber xwe bidin û got, fermandeyekî Pêşmerge ji me re got ku ji axaftinên wan ên di bêtêlan de tê dîtin ku şepirze bûne û ji hev re dibêjin "nerevin, şer bikin! Hûnê herin bihiştê!"

 10.30 — Barzanî ji bo Pêşmerge: Hişyar bin!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku bixwe jî serpereştiya operasyona rizgarkirina Şingalê dike, ferman daye hêzên Pêşmerge da ku li hemberî bombeyên çandî û êrîşên xwekujî hişyar bin.

 

Fermandarê Pêşmergeyên Hêzên Şingalê Qasim Şeşo ragehand ku Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî hişyarî daye Pêşmergeyan da ku li hember bombeyên bicîhkirî û êrîşên xwekujî agahdar bin.

Şeşo derbarê operasyona Şingalê de jî agahî dan û got: ‘'Pêşmerge di êrîşê de ye. Di demên pêş de wê mizginiya rizgarkirina Şingalê bê ragehandin. Tîmên taybet yên Pêşmergeyan ji bo pûçkirina bombeyan kar dikin û lewma ew jî bi hişyarî pêş dikevin û heta niha di operasyonê de gelek çekdarên DAIŞ'ê hatin kuştin.

10.15 — Pêşmergeyan avahiyê qaymeqamtiyê bi dest xist

Ji bo ku Şingala navçeya Mûsilê ji destê rêxistina terorê DAIŞê xilas bikin pêşmergeyan operasyon li dar xistin û ketin navenda bajarê Şengalê.

Hat ragihandin ku pêşmergeyan avahiyê qaymeqamtiyê bi dest xistine û pêşveçûna wan didome.

10.10 — Pêşmerge 4 wesayîtên bombekirî yên DAIŞê teqandin

DAIŞê li Şingalê bi 4 wesayîtên bombekirî êrişî pêşmerge kir, lê pêşmerge ew wesayîtên bombekirî yên DAIŞê teqandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ku ragihandin, bîstekê beriya niha 4 wesayîtên bombekirî yên DAIŞê hatin teqandin. 3 ji wan wesayîtan ji aliyê Pêşmerge ve hatin teqandin û yek jî ji aliyê balafirên şer ve.

Çavkaniyên herêmî dibêjin yek ji wan wesayîtan li aliyê rojavayê Şingalê hatiye teqandin 3 wesayît jî di nav bajarê Şingalê de hatin teqandin.

09.45 — Fermandarê Zêrevaniyê: Pêşmerge li Şingalê pêşde diçe

Fermandeyê Pêşmergeyên Zêrevanî li eniya Şingalê, Ezîz Weysî diyar kir ku hêzên Pêşmerge di tevahiya eniyên şer yên Şingalê de pêşde diçin.

Ezîz Weysî diyar kir ku çek û cebilxaneke baş li ber destê wan e û got, di warê hejmara Pêşmergeyan de jî tu kêmasiyek tune û hêzek mezin li Şingalê heye.

 09.15 — 2 gund û rêya Mûsil û Reqayê kete destê Pêşmerge

Hêzên Pêşmerge li Şingalê pêşde diçin. Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin 2 gund û rêya serekî ya navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê ji aliyê Pêşmerge ve hat kontrolkirin.

Hêzên Pêşmerge di şer û operasyona rizgarkirina Şingalê de pêşde diçin û ji sê aliyan ve êrişî çekdarên DAIŞê dikin.

Gundên Til Şor, Faziliye, çiyayê Gabara û rêya serekî ya navbera Iraq û Sûriyê, ku wek “Cadeya 47” tê nasîn, ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat kontrolkirin.  

 06.30 — Operasyona kontrolkirina bajarê Şingalê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên pêşmerge ve dest pê kir.

Operasyona kontrolakirina Şingalê îro danê sibê dest pê kir û hêzên pêşmerge bi çekên giran êrişî çeper û baregehên DAIŞê yên li nav Şingalê kirin.

Fermandeyên Pêşmerge di şerê Şingalê de 20 hezar pêşmerge beşdar bûne. Balafirên şer yên hêzên hevpeyman jî ji şeva borî ve li nav Şingalê de li DAIŞê didin û êrişa wan li dijî DAIŞê heta niha jî didome…

Hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve operasyon dane destpêkirin…

Bi heman mijarî:

15 dadwerên DAIŞê hatin kuştin
Balafirên şer DAIŞê li Şingalê bombebaran dikin
TAYBET - Hatîp Dicle: ‘Dewlet li hemberî hemû kurdan dişminatîyê dike'
Pêşmerge: PKK ji bo Operasyona Şingalê derewan dike
Alîkarê Serok îstîfa kir
Etîketan:
Hêza Pêşmerge, DAIŞ, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de