02:19 24 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmerge: PKK ji bo Operasyona Şingalê derewan dike

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 62419

    Fermandariya Hêzên Pêşmerge li Şingalê derbarê wan agahiyan ku dibêjin PKKê li Şingalê operasyon daye destpêkirin, daxuyaniyek da û ew agahî red kirin.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniyê de tê gotin: 'Em li wir hemû aliyan agahdar dikin ku ev cureyên propagandayan ne rast û ji rastiyê dûr in. Armanc ev e ku rola pêşmerge were kêmkirin û berdêla ku gelê Kurdistanê ji bo rizgarkirina Şingalê daye, neyê dîtin.'

    Herwiha di daxuyaniyê de bi tundî êrişî helwest û siyasetên PKKê li Şingalê û yên derheqê kurdên êzidî de tê kirin û wiha tê gotin: 'PKK ku tu roleke wê li deverê nîn e û tenê destkefteke wê jî bo xelkê êzidî û gelê Kurdistanê nebûye, bi rêya belavkirina propagandayên bêbingeh û derew dixwaze dualîtiyê di navbera xwîşk û birayên me yên êzidî de derxîne.'

    Fermandariya Hêzên Pêşmerge herwiha PKKê wek astenga li pêşiya rizgarkirina Şingalê ji dest DAIŞê bi nav dike û dibêje: 'Ew demek e ku PKK bûye asteng li ber rizgarkirina Şingalê û li bendê dimînin heya ku pêşmerge êrişî dijmin bike û xwînê bibexşe, piştre ew jî bên û serkeFtina pêşmerge bidizin û xwe bikin xwediyê serkeFtina pêşmerge. Eger na çima heya ku pêşmerge dest bi operayonê neke, ew li cihê xwe bêdeng in? Salek bêtir e ku DAIŞê Şingal dagir kiriye, eger PKK rast dike, li benda çI ye? Çima neçû Şengalê rizgar bike? Çima heya ku pêşmerge êrişê neke, dengê wan nayê?'

    Daxuyanî herwiha dibêje ku PKK bi rêya belavkirina propagandayên derew sivikatiyê bi degzehên fermî yên Herêma Kurdistanê, xwîna êzidiyan û şehîdan dike.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge: ‘Plana rizgarkirinê berkemal e'
    9 pêşmergeyên birîndar li Qeterê êsîr mane
    Davutoglu: Bila Amerîka alîkariya pêşmerge bike
    Li Mexmûrê DAIŞ bi baranê hat û bi lehiya Pêşmerge têk çû
    Pêşmerge: 'Birakujî dê çênebe û Şengal jî dê rizgar be'
    Pêşmerge li kolanên Şengalê ye û televîzyona K24 jî weşana zindî dike
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêzên Pêşmerge, PKK, Şengal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de