10:57 20 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge 25 kîlometreyan li nêzîkî Başîqayê

    PAK: 'Li Kerkûkê êrişên li dijî pêşmergeyan karê Îranê ye'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2601

    Li gorî nûçeya BasNewsê ya ku zanyariyên xwe spartine Partiya Azadiya Kurdistanê êrişên nenas ên li ser Pêşmerge ji aliyê Îranê ve tên pêkanîn.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya rojhilatê Kurdistanê Husên Yezdanpenah daxuyand ku siyaseta Îranê ya li Rojhilata Navîn li ser dijminahiya kurdan hatiye avakirin.

    Li gorî Yezdanpenah Îran li Rojhilata Navîn Hewlêr û Kurdistaneke xurt û naskirî naxwaze; li bendê ye ku Hewlêr jî mîna Bexdayê bikeve bin kontrola wê. Herwiha li gorî wî krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê jî bi destê Îranê tê kûrkirin.

    Rayedarê PAKê got: ‘Ev du sal in ku em li Kerkûkê li dijî DAIŞê şer dikin. Îran zext û zoriyê li Kurdistanê dike ku em ji vê eniyê vekişin. Ji bo me cudahiyek di navbera Kerkûk, Mehabad û Sine vê nîn e. Em ê heta dawiyê Kerkûkê biparêzin; lê divê bê zanîn ku ew êrişên li ser çeperên me karê Bexda û Îranê ne.' 

    Yezdanpenah difikire ku Îran dixwaze Herêma Kurdistanê bi ser erdê xwe ve berde; lewre hewl dide ku li Kerkûkê alozî û arişeyan derxe.

    Derbarê pêwendiyên Kurdistana Îranê û Herêma Kurdistanê de jî Yezdanpenah got: ‘Îran zilmeke nedîtî li gelê Kurdistanê dike. Hinek siyasetmedarên Herêma Kurdistanê vê zilmê nabînin û bi rêveberiya Îranê re hevkariyê dikin; lê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) Mesûd Barzanî her kesî zêdetir me diparêze.'

    Bi heman mijarî:

    Enqere ji bo moşekên S-300 ji Rûsyayê ne razî ye
    Kurdên êzidî: ‘Bila Rûsya êzidiyên revandî rizgar bike'
    Bi saya operasyonên Rûsyayê milyonek sûriyeyî vegeriyan malên xwe
    RÛMADÎ - Şerê DAIŞê û hêzên Iraqê dest pê kir!
    Dadgeh: Bila îfadeya Fîdan û Erdogan bê standin
    DAIŞê ji bo jinan fetwayekê nû derxist
    Soyuz-5 Mala wesayîta pekandinê
    Nasnameyên 3 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
    Pûtîn: Em ê nekevin pêşbirka biçekbûnê
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Husên Yezdanpenah, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de