02:36 17 Tebax 2017
Zindî
    Civata Rûhanî ya Êzdiyan li Moskovayê

    Kurdên êzidî: ‘Bila Rûsya êzidiyên revandî rizgar bike'

    © Foto: Screenshot via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2511

    Li gorî agehiyên berdest desteyeke Civata Ruhanî ya Êzidiyan ji bo serdaneke alîkarîxwaziyê hatiye Moskovayê.

    Moskova — Desteya Civata Ruhanî ya Êzidiyan a ku ji Nûnerê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Aso Burhan, Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Babe Şêx, Cîgirê Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn, Serokê Rêxistina Kurdî ya Piştgirî û Alîkariyê Kerîm Silêman û çend kesayetên êzidî pêk dihat hate serdana Moskovayê û bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov re civînek li dar xist.

    Di civîn û serdanan de rizgarkirina Şengalê, alîkariya Pêşmerge, vekirina ziyaretgeheke êzidiyan li Moskovayê û naskirina Komkujiya Şengalê wekî jenosîdekê hatin gotebêjkirin.

    Şanda kurdên êzîdî naveroka serdana xwe ya li Moskovayê ji bo medyaya kurdî wiha ragihand: ‘Pêwistiya me bi piştgirî û piştevaniya Moskovayê heye. Hêzên Hevpeyman ên bi pêşengiya Amerîkayê alîkariya pêwist ji bo me nekiriye. Rûsya dikare wan êzîdiyên revandî yên li Reqayê rizgar bike. Bi taybetî li Sûriyê pêwistiya me bi alîkariya Rûsyayê heye ku jin, zarok û keçên me ji wir rizgar bike.'

    Bi heman mijarî:

    Bi saya operasyonên Rûsyayê milyonek sûriyeyî vegeriyan malên xwe
    RÛMADÎ - Şerê DAIŞê û hêzên Iraqê dest pê kir!
    Dadgeh: Bila îfadeya Fîdan û Erdogan bê standin
    DAIŞê ji bo jinan fetwayekê nû derxist
    Soyuz-5 Mala wesayîta pekandinê
    Nasnameyên 3 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
    Pûtîn: Em ê nekevin pêşbirka biçekbûnê
    Estonyayê, Rûsya ji nava nexşeya cihanê derxist
    HPG: ‘Li Farqînê 10 tîmên taybet hatin kuştin'
    Etîketan:
    piştgirîxwazî, alîkarî, Civata Ruhanî ya Êzidiyan, Kerîm Silêman, Hazim Tehsîn, Babe Şêx, Aso Burhan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de