03:27 24 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Li Mexmûrê DAIŞ bi baranê hat û bi lehiya Pêşmerge têk çû

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya BasNewsê, çekdarên DAIŞê îro li gundê Girawê yê başûrê Mexmûrê êrişek li dijî Pêşmerge li dar xistine.

    Navenda Nûçeyan —Îro danê sibehê li Herêma Kurdistanê rewşa hewayî baranî bû û çekdarên DAIŞê xwestin jê keysê bigirin. Lewre li gundê Girawê yê Mexmûrê êriş birin ser çeperên Pêşmerge û di encamê de şer derket.

    Piştî pevçûneke dijwar çekdarên DAIŞê termê kuştiyên xwe ligel xwe birin û bi paş de vekişiyan. Fermandariya Pêşmerge jî ragihand ku ku tu ziyanek negihiştiye hêzên wê.

    Li gorî zanyariyan gundê Girawê bi qasî 28 km ji Mexmûrê dûr e û li başûrê bajêr dikeve.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: 'Birakujî dê çênebe û Şengal jî dê rizgar be'
    Pêşmerge li kolanên Şengalê ye û televîzyona K24 jî weşana zindî dike
    PKKê li Kerkûkê sersaxî da malbatên Pêşmerge
    'Li dijî pêşmerge êriş: Kesek sax nefilitî'
    Pêşmerge di bin êrişeke giran de ye
    Qasim Şeşo: PKK nahêle pêşmerge Şingalê rizgar bikin
    Etîketan:
    êrişa terorî, êriş, operasyon, DAIŞ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de