15:32 19 Hezîran 2018
Pêşmerge

Pêşmerge: 'Birakujî dê çênebe û Şengal jî dê rizgar be'

© Flickr / kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Derheqê rizgarkirina Şengalê de fermandarê Pêşmerge li eniyên rojava û rojhilatê çemê Dîcle Zeîm Elî bi televîzyona Rûdawê re axivî.

Navenda Nûçeyan — Ev çend roj in behsa operasyona rizgarkirina bajarê Şengalê yê Herêma Kurdistanê tê kirin; lêbelê tê gotin ku operasyon hatiye paşxistin. Hinek fermandarên Pêşmerge yên mîna Qasim Şeşo dibêjin ku PKK nahêle ev operasyon bê lidarxistin.

Li ser vê mijarê Fermandarê Pêşmerge li eniyên rojhilat û rojavayê çemê Dîcle Zeîm Elî wiha got: ‘Tu kes û hêzek nikare pêşiya planên Pêşmerge yên li ser rizgarkirina Şengalê bigire. Nabe PKK hizra têkbirina planên Pêşmerge bike. Ji ber ku hemû dinya dizane Şengal beşeke Herêma Kurdistanê ye û ev ne cihê PKKê ye.'

Zeîm Elî diyar kir ku tu kes nikare pêşiya rizgarkirina Şengalê bigire û got: ‘Em tu carî bi PKKê re şer nakin. Serok Barzanî soz daye ku heta sax be nahêle şerê birakujiyê derkeve. Ji ber wê jî em tu carî serî li riyên şerê PKKê nadin. Em dixwazin bi rêya diyalogê nakokiyên xwe çareser bikin.'

Li ser rewşa Şengalê û bajarokê Til Eferê jî wî fermandarê Pêşmerge agehî da û got: ‘Li gorî wan agahiyên ku ji me re tên DAIŞê hêzeke mezin li wan deveran kom kiriye, otomobîlên bombekirî danine û çekdarên xwekuj jî li wan deran bicîh kirine; lê balafirên şer her gav li wan didin û êrişên wan pûç dikin. Lewma tevgera DAIŞê tu bandorekê li ser planên me nakin.'

Zeîm Elî derheqê paşxistina operasyona Şengalê de jî got: Sebeba paşketina operasyonê girêdayî plana operasyonê ye. Her gava ferman hat dayîn û plan amade bû operasyon dê dest pê bike.' 

Bi heman mijarî:

Iraq nahêle çek ji kurdan re herin
ROJAVA - Di Navbera ENKSê û TEV-DEMê de pevçûn!
Doza Ocalan ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
Erebistana Siûdî 3 welatiyên îranî îdam kirin
Rûsya: Me bi Îranê re peymana moşekên S-300î îmze kir
Li Rihayê 4 kes hatin girtin
Li Kirmanşanê brûsk li pasdarên Îranê ket: Kuştî û birîndar hene
PKK: Piştî Şengal azad bû em ê vekişin
Etîketan:
rizgarkirina Şengalê, operasyon, Pêşmerge, Qasim Şeşo, Zeîm Elî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de