04:49 26 Sibat 2018
Zindî
    PKK

    PKK: Piştî Şengal azad bû em ê vekişin

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Berpirsê Giştî yê PKKê li Şingalê Heval Egîd venaşêre ku wan danûstandin ligel PDKê kiriye û ragihand: "Rast e em û PDKê di danûstandinan de bûn û diyalog bi dawî nehatine û berdewam dibin."

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyan, PKK gotina dawî ya Qendîlê ji şanda PDKê re gotiye ku piştî rizgarkirina Şingalê, hêzên PKK û YPGê li Şingalê namînin û amade ne li ser vê gotinê niha ligel PDKê rêkeftinekê îmze bikin.Lê PKKê bo wê yekê merceke wê heye, ew jî ew e: "PDKê bi fermî Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) nas bike. Ku ew hêzekî çekdarî ya kurdên êzîdî ye û PKK piştivaniyê lê dike."

    Wî fermandarê PKKê berê xwe da PDKê û wiha domand: "Em dixwazin di şerê Şingalê de beşdar bin. Em ne hêzekî biyanî ne, em jî kurd in û bi kurdî diaxivin. Hebûna me li vir di berjwendiya Herêma Kurdistanê û Şingalê de ye. Me bi fermî jî ji PDKê re gotiye piştî rizgarkirina Şingalê gerîla li vir namînin."

    Fermandarê Hêzên Pêşmerge û endamê şanda PDKê bo danûstandinan, Serbest Lezgîn jî ragihand: "Em ne amade ne ku hêza YPŞ wek hêzeke leşkerî li herêmê nas bikin û em wê merca PKKê qebûl nakin."
    Ew berpirsê PDKê venaşêre ku PKKê li ser Çiyayê Şingalê bi rolekî rabû, û dibêje, Lê niha PKKê dixwaze xwe bike xwediyê vê navçeyê, em jî wê yekê bi rewa nabînin.

    Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: "Ma çawa hêzeke 500 kesî (mebesta wî PKKê ye) dixwaze bê û xwe bike şirîkê PDKê di rizgarkirina Şingalê de, ku PDKê ji wî şerî de 20 hezar Pêşmerge amade kiriye. Lewma divê YNKê jî wê yekê li ber çav bigire ku, nabe hêzekî mîna PKKê bêmolet li herêmê bibe xwediyê Şingalê."

    Serbest Lezgîn derbarê wê yekê de ji Rûdawê re ragihand: "Serok Barzanî ji me re got, bo xwîna kurdan bi destê kurdan nerije, xwe ji şerê birakujî biparêzin. Ji me re jî got, ti pirsgirêk tine ye ku operasyon dereng bikeve, yan pilan were guhertin, her çi dibe bila bibe, lê şerê birakujî dernekeve."

    Bi heman mijarî:

    Heyeta PAK û ENKSê bi Rûsyayê re civiyan
    Li hemberê DAIŞê 4800 leşker
    Li Antalyayê erdhej!
    YPG: Êrişên Artşêşa Tirkiyeyê li ser me didomin
    Pûtîn, ji bo konferansa avhewayê diçe Parîsê
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, PKK, Heval Egîd, Serbest Lezgînî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de