19:23 19 Hezîran 2018
Heyeta PAKê û balozên rûsî

Heyeta PAK û ENKSê bi Rûsyayê re civiyan

© Foto : Paknavend
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Heyeta Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) îro li Hewlêrê li gel Balyozê Giştî yê Rusyayê civiya.

DAIŞ-perwerdehî
© AP Photo / Muhammed Muheisen
Hewlêr — Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik îro li gel endamê Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanêya PAKê Akif Adsiz, li Hewlêrê li gel Balyozê Giştî yê Rusyayê yê Hewlêrê Victor Simakov û Balyozê Rûsyayê yê Hewlêrê Evgenî Arjantsev hevdîtineke pêk anîn.

Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Herêma Kurdistanê, Rojava, û kurdên Tirkiyeyê nirxandin.

Mistefa Ozçelik, ji ber helwest û şerê Rûsyayê yê li dijî DAIŞê spasîya xwe anî ziman û got, ew hêvî dike ku Rûsya li her çar alî jî, hîn aktîftir piştgirîyê bide çareserîya pirsa kurdan.

DAIŞ-perwerdehî
© REUTERS / Hosam Katan
Ji aliyê din ve Victor Simakov jî bi giştî behsa siyaseta Rûsyayê ya li rojhilata navîn kir û got peywendîyên kurdan û Rûsyayê peywendîyên dîrokî ne.

Hevdudîtinê saet û nîvekê ajot û herdu alîyan ji bo berdewamîya peywendîyan daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Îro li bajarê Hewlêrê, şandeke komîteya pêwendiyên derve ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî ya Sûriye (ENKS) ligel kunsulê giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê civiyabû.

Bi heman mijarî:

Li hemberê DAIŞê 4800 leşker
Li Antalyayê erdhej!
YPG: Êrişên Artşêşa Tirkiyeyê li ser me didomin
DAIŞê 7 kurd îdam kir
Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
Etîketan:
PAK, Rûsya, Evgenî Arjantsev, Victor Simakov, Mustafa Ozçelik, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de