23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Ereban kurd û Kurdistan qebûl kir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Leqa Dihokê ya Sendîkaya Karkeran a Kurdistanê Îsa Nesrî ku endamê şanda Başûrê Kurdistanê...

    Navenda Nûçeyan — Serokê Leqa Dihokê ya Sendîkaya Karkeran a Kurdistanê Îsa Nesrî ku endamê şanda Başûrê Kurdistanê di kongreya sendîkayên karkerî yên welatên erebî de ye, ragihand ku, di vê kongreyê de dê behsa 2 mijarên sereke were kirin. Yek ji wan çawaniya rûbirûbûna komên tundrew û ya duyem jî karkirin bo kêmkirina diyardeya koçkirina karkeran e.

    Di kongreya vê carê de şanda Herêma Kurdistanê bi navê Kurdistanê beşdarî kiriye û Îsa Nesrî di vê bareyê de dibêje, her çiqas di destpêkê de çend şandên welatên erebî dilgiran bûn, çimkî di wê baweriyî de bûn ku ligel şanda Iraqê be. Lê belê paşê hemû aliyan razîbûna xwe nîşan da li ser amadebûna şanda me bi navê Kurdistanê û razî bûn ku Ala Kurdistanê jî were danîn.

    YPJ
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kongreya Sendîkayên Karkerî yên Welatên Erebî salane tê girîdan. Ev kongre par li Sûriyeyê hatibû lidarxistin û îsal jî li Iraqê tê lidarxistin.

    Di kongreya îsal de ji xeyrî her du şandên Kurdistanê û Iraqê, şandên 10 welatên erebî yên wek Lîbya, Misir, Sûdan, Felestîn, yemen, Behrêyn, Erîtriya, Somal, Lubnan û Kuweyt beşdar bûne.

    Bi heman mijarî:

    KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir
    ROJAVA - 76 terorîst hatin kuştin
    Brîtanya: Tenê Pûtîn dikare Beşar Esad qanih bike
    Pêşmerge li kolanên Şengalê ye û televîzyona K24 jî weşana zindî dike
    Ji sedî 90 em bawerin ku balafira rûsî bi bombeyekê hat avêtin
    Etîketan:
    Leqa Dihokê ya Sendîkaya Karkeran a Kurdistanê, Îsa Nesrî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de