15:37 21 Hezîran 2018
pere-banka-rûs

Bexda ev du sal in bûdçeya Kerkûkê naşîne

© Sputnik/ Alexandr Demyanchuk
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Ev du sal in hikûmeta Iraqê bûdceya Kerkûkê nedaye lê firotina petrola wî bajarî didome.

Navenda Nûçeyan — Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî eşkere kir ku hikûmeta Iraqê 2 tirîlyon dînar (milyarek û 800 milyon dolar) deyindar e. Ev du sal in bûdceya Kerkûkê nehatiye dayîn û ragihand, pişka petro-dolarê jî nehatiye dayîn.

Eskerî eşkere kir ku hikûmeta Iraqê 2 tirîlyon dînar deyindarê Kerkûkê ye û got, hikûmet bixwe vê yekê dibêje. Li aliyekî din, heta niha zêdetirî nîv mîlyon koçber ji deverên başûr û navîn ên Iraqê berê xwe dane Kerkûkê.

Ehmed Eskerî destnîşan kir ku rojane 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê re tê firotin lê tenê dûmana wê ji bo gelê Kerkûkê dimîne tu sûdeke wê ji bo Kerkûkiyan tuneye.

Bi heman mijarî:

Ji Brîtanyayê îdiayeke nû: Dibe ku terorîstên brîtanî balafira rûsî xistibe
Li Çelaxê ENKS û TEV-DEM hatin hemberî hev
DAIŞê li Kerkûkê êrişî niqteya asayîşê kir, kuştî û birîndar hene - hat nûkirin
Pêwendiya parlamenterên AKPê derbasî îdianameya Cemaetê bû
Nasnameyên 6 şervanên YPGê hat eşkerekirin
Etîketan:
Encumena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de