22:35 18 Hezîran 2018
DAIŞ, nîşangir

DAIŞê li Kerkûkê êrişî niqteya asayîşê kir, kuştî û birîndar hene - hat nûkirin

© Flickr / Zoriah
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Li hember asayîşa Keywan a girêdayî navenda Kerkukê bi mînîbuseke transît a bombebarkirî êrîş pêk hat. Di êrîşê kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan — Vê sibehê saet nêzî 08.00 li hember nuqteya asayîşê ya Keywan a li eniya başûrê Kerkukê bi bombeyeke ku di motorê mînîbuseke transît hatibû bicihkirin êrîş pêk hat. Mînîbusa ket nuqteya asayîşê ku bi kumandayê hat teqandin, ajokarê mînîbusê û kesekî li gel birîndar bû.

Ajokarê mînîbusê yê têkildarî teqînê axivî diyar kir ku haya wî ji bombeyê tinebû, bê agahiya wî bombe di wesayîta wî de hatiye bicihkirin.

Ajokarê bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

 

 

Bi heman mijarî:

Pêwendiya parlamenterên AKPê derbasî îdianameya Cemaetê bû
Nasnameyên 6 şervanên YPGê hat eşkerekirin
‘Di sindoqa agahiyan a balafira Rûsyayê de dengê teqînan nîn e'
Komîsyona Karên Derve ya KNKê civiya
Etîketan:
DAIŞ, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de