13:16 21 Tebax 2017
Zindî
    Ferhad Elaedîn

    Iraq: ‘Siyaseta kurd serxwebûna Kurdistanê nexwestiye'

    © Foto: Screenshot via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1311

    Şêwirmendê Siyasî yê Serokomarê Iraqê Ferhad Elaedîn beşdarî panêleke Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) bû û derbarê rojeva Iraqê de axaftinek kir.

    Hewlêr — Şêwirmendê Siyasî yê Serokomarê Iraqê Ferhad Elaedîn ragihand ku heta niha tu partiyeke kurdan ji bo serxwebûna Kurdistanê proje pêşkêş nekiriye.

    Ferhad Elaedîn di axaftina xwe de behsa rewşa dawîn a Iraqê kir û got: ‘Ji sê paran pareke axa Iraqê hatiye dagirkirin û beşeke wê jî ku Herêma Kurdistanê ye, herêmeke serbixwe ye. Yanî Iraq di rastiyê de dabeş bûye, lêbelê di çarçoveya welatekî federal de ye.'

    Elaedîn ragihand ku rewşa Iraqê gelekî taybet e û teqez kir ku Iraq ne welatekî yekparçe ye ne jî bi temamî parçe bûye. rewşeke Iraqê ya taybet he ye.

    Li ser pirseke derbarê dabeşbûna Iraqê de Elaedîn got: ‘Heta niha ji welatên mezin tu welatekî behsa parçekirina Iraqê nekiriye û di hemû daxuyaniyên xwe de jî behsa yekparçebûna Iraqê dikin. Welatên cîran û derdorê yên wekî Tirkiya, Îran û Sûriya jî naxwazin Iraq parçe bibe.'

    Şêwirmendê Serokomarê Iraqê derbarê xwasteka kurdan a bo serxwebûnê jî wiha got: ‘Li navxweyê Iraqê kurd dixwazin serbixwe bin, lêbelê heta îro tu aliyekî kurd di daxuyaniyên xwe de behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê nekiriye. Herwiha tu partiyeke kurdan heya niha projeyeke taybet ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê pêşkêş nekiriye.'

     

    Bi heman mijarî:

    Piştî hilbijartinê serdana pêşî ji bo Herêma Kurdistanê ye
    'Baca îdxalatê' rûyê çandiyarên Herêma Kurdistanê kêfxweş kir
    Îro li Herêma Kurdistanê nirxê diravên biyanî
    Tenê Îran ji nakokiyên nava Herêma Kurdistanê sûd werdigire
    Brîtanya: 'Bila modêla Herêma Kurdistanê bi beşdariya hêzên siyasî bidome'
    Amerîka: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzaniye
    Îran: 'Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê aloziyan'
    PAK bangî kurdan dike ku xwedî li Herêma Kurdistanê derkevin
    Li Herêma Kurdistanê çi diqewime?
    Etîketan:
    serxwebûn, Ferhad Elaedîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de