03:46 19 Hezîran 2018
PKK

HPG: ‘PDK dixwaze em ji Şengalê derkevin'

© Foto : Cesîm Îlhan
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

HPGê ya diyar kir ku PDK li hemberî hêzên wan yê li herêma Şengalê, helwesta xwe ya neyînî bi israr didomîne.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya anfê Fermandariya HPGê ya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî nêzîkatiya neyînî ya PDKê ku li hemberî hêzên wan yê li herêmê da.

‘PDK TEVLÎ OPERASYONA GELIYÊ ŞÎLO NEBÛ'
HPGê got, ‘Dema me dest bi operasyona Geliyê Şîlo kir, me agahî da hemû hêzên Kurdistanî. Lê belê ji bo vê operasyonê bersiveke erênî nedan. Ji ber vê yekê me jî bi hêza xwe Geliyê Şîlo azad kir. Bi vê pêngavê re bendewariya azadkirina herêmê û tevahiya Şengalê di nava gelê me de zêde bû. Lewma ya herî rast ew e, ku hêzên herêmî yên Kurdistanê bibin yek.'

‘PDK DIXWAZE EM JI ŞENGALÊ DERKEVIN'
HPGê got: ‘Berpirsyarên PDKê yên li Şengalê, pirsgirêkan derdixînin pêşiya rêyên hêzên me yên ji Rojava alavên tenduristî û lojîstîkê tînin Şengalê dibirin û dixwazin ku em bi lezgînî ji Şengalê derkevin. Gelo nêzîkatiya PDK'ê ya li vê derê nêzîkatiyeke herêmî ye, yan jî nêzîkatiyeke giştî ye? Em dixwazin vê fêm bikin. Divê gelê me jî vê ji nêz ve bişopîne û di vî warî de bê agahdarkirin. Rewşa heyî gihaştiyeke nuqteyeke nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê me xwest agahiyan bidin gelê xwe û raya giştî.

Bi heman mijarî:

YBŞ: ‘PDK rêya Şengal-Rojava digire'
Ji bo rizgarkirina Şengalê 'fermandariya navendî' hate avakirin
Rewşa Şengalê ya dawîn
Li Şengalê 24 endamên DAIŞê hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn
Etîketan:
HPG, PYD, Şengal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de