00:56 24 Hezîran 2018
Pêşmerge

ŞENGAL: ‘Pêşmerge amade û li benda fermana Barzanî ye'

© Flickr / kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Sererkanê Pêşmerge got ku Pêşmerge amadekariyên xwe kuta kirine û li benda Serfermandarê Pêşmerge Mesûd Barzanî ne.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ZerNewsê Sererkanê Pêşmerge General Cemal Mihemed got ku got ku hêzên wan ji bo rizgarkirina Şengalê amadekariyên xwe kuta kirine û ji bo destpêkirina operasyonê li benda Serfermandarê Pêşmerge Mesûd Barzanî ne.

Genaral Cemal Mihemed wiha got: 'Ji bo ku herêma di navbera Sûriya ve Mûsilê bi temamî bê kontrolkirin divê ev operasyon pêk were. Plan, stratejî û bernameyên operasyonê qediyane.'

Berî çend rojan Sererkaniya Pêşmerge daxuyandibû ku operasyona Kerkûkê dê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi tenê ve bê lidarxistin  û General Mihemed jî ev agehî piştrast kir û got: ‘Me hemû hêz û alî agehdar kirin ku tenê Pêşmerge dê beşdarî operasyona rizgarkirina Şengalê bibe û PKK dê beşdar nebe.'

General Cemal Mihemed, got ku warên herî stratejîkên herêma Şengalê di destê Pêşmerge de ye û di şerê li dijî DAIŞê de derbeyên mezin li rêxistina terorîstî xistine.

Bi heman mijarî:

Di 24 seetên dawîn de 70 DAIŞî teslîmî pêşmerge bûn
Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe
Balafireke nenas pêşmerge bombebaran kir
Pêşmerge xelat da malbatên YPGê
DAIŞê bi sedema heyfa Hewîceyê serê 4 pêşmergeyan jêkir!
TAYBET - Nêrîna Pispor: 'DAIŞ bi çekên Sedam Hiseyn, bi pêşmerge re şer dike'
Pêşmerge: 'Di demek nêzîk de tevahiya Şingalê tê rizgarkirin'
Etîketan:
Şengal, Kurdistan, kurdî, Kurd, Wezareta Pêşmerge, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Cemal Mihemed, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de