00:48 19 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge û dîlên DAIŞî

    Di 24 seetên dawîn de 70 DAIŞî teslîmî pêşmerge bûn

    © Foto: Screenshot
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Di heyama şev û rojekê de derdora 70 kes ji dever û gundên di bin destê çekdarên DAIŞê de reviyane û teslîmî Pêşmerge bûne.

    Navenda Nûçeyan — Li devera Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, him çekdarên DAIŞê û him jî kesên sivîl ên li deverên di bin zefta DAIŞê de ne direvin û teslîm pêşmerge dibin.

    Yên ku teslîm bûne, temenê wan di navbera 10 sal heta 30 salan de ye. Lêpirsîn bi wan re didome. Yek ji sedemên zêdebûna reva ji destê DAIŞê ew e ku hêzên pêşmerge ji wan re baş in û bi germî pêşwaziya wan dikin.

    Yek ji wan kesên ku teslîmî Pêşmerge bûye got, çekdarên DAIŞê mirovan dikujin û seriyan dibirin lê pêşmerge pir bi mirovane pêşwazî dikin…

    Yek ji wan zarokên ku teslîm bibû got, em dixwazin bixwînin em êdî westiyane. Em ji çem derbas bûn û reviyan vir…

    Di heyama Cotmeha îsal de, zêdetirî 300 kes ji deverên di bin destê DAIŞê de teslîmî hêzên Pêşmerge bûne û tê pêşbînîkirin ev hejmara zêdetir jî bibe…

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Balafira me ne ji sedemên teknîkî ket
    Zewahirî, li dijî Rûsyayê banga cihadê kir
    Perçeyên balafira rûsî ku li Misrê ketibû hatin dîtin
    Encamên dawî yên hilbijartina 1ê Mijdarê
    Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe
    Etîketan:
    DAIŞ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de