00:58 19 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandeyê Pêşmerge li eniya Herdanê ya nêzîkî Şingalê Îsa Zêweyî destnîşankir ku, şeva borî seet 02:45, çend çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin lê êrişê wan hat şikandin.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Pêşmerge li Şingalê 4 êrişên xwekujî ya çekdarên DAIŞê şikandin û otomobîleke bombekirî ya DAIŞê jî ji aliyê balafiran ve hat teqandin.

    Îsa Zêweyî da zanîn, di nav wan çekdaran de xwekuj jî hebûn lê beriya ku bigihên çeperên Pêşmerge, hatin kuştin.

    Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di wî şerî de tiştek bi pêşmergeyan nehat lê 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku 4 ji wan xwekuj bûn û cenazeyên wan ketin destê Pêşmerge.

    Her wiha otomobîleke bombekirî ya DAIŞê ku ber bi çeperên Pêşmerge ve diçû, ji aliyê balafirên şer ên hêzên hevpeyman ve hat teqandin, di encamê de şofêrê otomobîlê ku çekdarekî xwekuj bû, hat kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Îradeya neteweyî ji aliyê aramiyê ve tecelî kiriye
    YPG:12 gund ji destê DAIŞê derxistin
    AKPê bû desthelat
    HDPê li 16 bajarê parlamenter wenda kir
    Nîsêbîn: Welatiyek şewitî û 25 jî birîndar in (hat nûkirin)
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Eqîd Îsa Zêweyî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de