18:28 20 Tebax 2017
Zindî
    Şengal

    Rewşa Şengalê ya dawîn

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4301

    Şingal bo DAIŞê pir girîng e, ji ber ku rêya sereke ya ku Iraq û Sûriyê (Reqa) bi hev girê dide di Şingalê re derbas dibe.

    Navenda Nûçeyan — Şingal bo Herêma Kurdistanê jî pir girîng e û fermandarên Pêşmerge dibêjin, li Şingalê êdî dema serkeftinên mezin li ser çekdarên DAIŞê hatiye.

    Fermandarê Pêşmerge Lîwa Îzedîn Seido ku ev 4 meh e li Şingalê ye, behsa derbeyên Hêzên Pêşmerge yên ku li DAIŞê dane, dike.

    Îzedîn Seido ragihand: "Çekdarên DAIŞê zêdetirî 150 êrişên mezin kirine ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan didan û heta niha tenê yek gavê pêşde nehatine. Herwiha zêdetirî 700 kuştî dane, ew jî jibilî birîndaran."

    Şerê Şingalê bê qurbanî nebûye. Wî fermandarê Pêşmerge derbarê ziyanên hêzên wan wiha got: "Zêdetirî 40 Pêşmerge şehîd bûne û 400 jî birîndar bûne."

    Bi heman mijarî:

    Gerîlayekî di kemînê de jiyana xwe ji dest da
    30 hezar kurdên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan vegeriyan
    Tirkiye: Me 50 çekdarên DAIŞê kuştin
    Li Tirkiyayê dengdayînê dest pê kir
    YNKê ji bo HDPê serkeftin xwest
    Etîketan:
    Îzedîn Seido, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de