22:56 26 Îlon 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    PDK: ‘Goranê ceza bikin'

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Polîtboruya PDKê îro daxuyaniyek li dijî Goranê belav kir û got: ‘Goranê ceza bikin.'

    Hewlêr - Tê zanîn ku li Herêma Kurdistanê çendek e bûyerên dijwar diqewimin û çiqas diçe ev pirsgirêkan zêdetir giran dibe.

    Her wiha li ser wan bûyerên pêk hatî PDKê giraniya xwe xistibû dewrê û wezîrên Goranê ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê avêtibû û ji gelek wekîlên Goranê re hatina Hewlêrê jî qedexe kiribû.

    Îro jî Polîtbûroya PDKê li dijî Goranê daxuyaniyek belav kir.

    Daxuyaniyê de debarê navberkirina navbera PDKê û Goranê de wiha hat gotin: ‘Me daxwaz ji ti kes û aliyekê nekiriye ku di navbera me û Tevgera Goranê de navberkarî bikin. Ji ber ku helwesta partiya me zelal û eşkere ye ku bûyerên wê

    dawiyê di encama reftarên nehêja û li dijî berjewendiyên bilind ên netewî û niştîmanî û dûr ji orfên siyasî yên Goranê çêbûne'

    PDKê got: ‘Polîtboruya PDKê bi pêwîst dizane sînorek ji kiryar û reftarên Tevgera Goranê re were danîn.'

    Qasê ku tê zanîn Goranê çend roj ewil daxuyanî da û derxistina wezîr û parlementeran û van polîtîkayên li dijiyê wan wek ‘Derbeya Leşkerî ‘ nîşan da û nerazîbûna xwe anî ziman.

    Her wiha ji polîtîkayên li dijî Goranê û krîza aboriyê gel jî neraziye û îro jî li Zanîngeha  Silêmaniyê xwendekar di boykotê de nin.

     

    Bi heman mijarî:

    Goran: 'Em wê parlamentoyê nas nakin ku ...'
    FLAŞ - Barzanî, Goran ji hikumetê avêt
    Derbarê 2 kadroyên PDKê de biryara girtinê
    ‘PDKê derbeya leşkerî kir'
    Civîna YNKê û PDKê xilas bu!
    Etîketan:
    Tevgera Goranê, PDK, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de