21:38 25 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona DAIŞê

    Dîmênên operasyona hêzên pêşmerge û leşkerên Amerîkayê hat parvekirin

    © Foto: Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê Vîdyoya operasyona leşkerên Amerîkayê û hêzên pêşmerge...

    Navenda Nûçeyan — Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê Vîdyoya operasyona leşkerên Amerîkayê û hêzên pêşmerge ji bo xelaskirina dîl an ku di operasyonê de leşkerekî Amerîkayê bi navê Joshua Wheeler hatibû kuştin dîmênên wê parvekir.

    Di dîmênên operasyonê de dema xelaskirina dîl an de jî dengê çekan tê bihîstin. Ji alîkî din ve di vîdyoyê de xwîna ser cilên dîl an bale dikşîne. Lê di dîmênan de kuştina leşkerên Amerîkanî Wheeler nayê xuyakirin.

     

    Hêzên Teybet yên Artêşa Amerîkayê û Pêşmergeyên Zerevanî yên Herêma Kurdistanê hefteya borî li başûrê rojavayê Kerkûkê li navçeya Hewîcê li hemberî DAIŞê operasyoneke lidar xistibûn û di encama operasyonê de 70 dîlên di destê DAIŞê de xelaskirin.

    Di operasyonê de herî kêm 20 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û 6 jî dîl hatin girtin. Her wiha kuştina leşkerên Amerîkayê Wheeler di 4 salên dawî de wekî yekemîn kuştiyê Amerîkayê kete qeydiyan.

    Bi heman mijarî:

    Tenê Îran ji nakokiyên nava Herêma Kurdistanê sûd werdigire
    KURDISTAN - Li dijî DAIŞê 15 êriş pêk anîn
    PAK : Hemû şehîdên azadîye şehîdên Kurdistanê ne
    Li Serdeştê şûnwarekî dîrokî yê kurdistanî hate dîtin
    Etîketan:
    Artêşa Amerikayê, Hêzên Pêşmerge, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de