11:40 21 Îlon 2017
Zindî
    Femîr Demîr

    Barzanî sersaxî da malbata Fehmî Demîr û HAK - PARê

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta wefata Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr, peyameke sersaxiyê ji partî û malbata wî re şand.

    Hewler — Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Demîr, duh li navçeya Tarsûsê ya bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê, di encama bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbat û partiya Demîr re xwest û got, "Ez bi wê bûyerê pir xembar bûm. Ez sersaxiyê ji malbat, endam û alîgirên HAK-PARê re dixwazim…"

    Hat zanîn ku cenazeyê Fehmî Demîr dê sibê li navçeya Cîhanbeyli ya Konyayê were veşartin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sidkî Zilan û Adem Geverî sersaxî dan malbata Fehmî Demîr
    PAKê ji bo Fehmî Demir sersaxî da HAK-PARê
    Etîketan:
    HAK-PAR, Fehmi Demir, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de