21:19 26 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Nezîkê çemê Zabê bun - DAIŞê îşev êrişî pêşmerge bikin

    © Foto: AP Photo/ Militant website via AP, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16310

    Konvoyeke çekdarên DAIŞê li ser pira Guwêr a li ser çemê Zabê hat jinavbirin. Çekdarên DAIŞê amadekarî kiribûn ku îşev êrişî pêşmerge bikin.

    Navenda Nûçeyan — Li gor agahiyan demek berî niha çekdarên DAIŞê li bajarokê Guwêrê ratsî êrişa balafirên şer ên hevpeymanan hatin.

    Çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand, balafirên hevpeymanan demek berî niha konvoyeke mezin a çekdarên DAIŞê li ser pira çemê Zabê bombebaran kirin.

    Çavkaniyê ji Wezareta Pêşmerge got, di encama bombebaranê de zirarek mezin gihîşt DAIŞê û konvoya çekdaran hat jinavbirin.

    Li gor heman çavkaniyê, çekdarên DAIŞê amadekarî kiribûn daku li eniya Guwêrê bi awayeke berfireh êrişî çeperên hêzên Pêşmerge bikin.

    Her îro balafirên şer ên hevpeymanan binkeyên çekdarên DAIŞê li gundê Ebzex li rojavayê Guwêr bombebaran kirin û di encamê de zirareke zêde gihandin çekdarên DAIŞê.

    Li gor agahiyan, îro danê sibehî di saet 01:30 de çekdarên DAIŞê li gundê Ebzexê êrişî hêzên pêşmerge kiribûn, lê belê ji aliyê hêzên pêşmerge ve rastî bersiveke tund hatibûn û êrişa wan hatibû têkbirin.

    Bajarokê Guwêr tenê 45 km li rojavayê bajarê Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê dûr e û ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Mûsilê ye.

    Guwêr niha di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Tirkiyeyê qontrola sînor şidand, tevlîbûnên DAIŞê kêm bûn
    KOBANÊ - DAIŞê bi çekên kîmyewî êriş kir
    Rûsya: Me li 83 hedefên DAIŞê xist
    Amerîka lîstika xwe bi DAIŞê re bidomînê wê hemû îtîbara xwe winda bike
    DAIŞê êrişî gundekî kurdan kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Pêşmerge, DAIŞ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de