03:21 23 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Li Şengalê ji bo pêşmergeyê şehîd peykerê doçka

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 93 0 0

    Li çiyayê Şengalê ji bo rêzgirtin li Fermandarê Hêza Pêşmerge Seyda Qasim, welatiyên deverê peykerê otomobîleke leşkerî ku çeka Doçka li ser e hatiye çêkirin.

    Şengal - Welatiyên Şengalê ragihandin ku wî fermandarê pêşmerge bi qehremanî û bi wê çeka doçka ku li ciheke stratejîk li ser bilindahiyên nêzîkê Şengalê danîbû 4 mehan li dijî êrişên çeteyên DAIŞê rê neda û gelê xwe parast.

    Welatiyê ku ew peyker çêkiriye navê wî Sebrî Şef e got: ‘Ez gelek bi wî karî westiyam û zêdetirî 15 rojan e ku ez li ser kar dikim.'

    Sebrî Şef ragihand ku ew ji karê xwe poşman nîne û şanaziyê bi karê xwe dike û dibêje ew dixwaze berxwedana pêşmerge nîşanî geştyaran (tûrîstan) û rêwiyên li ser wê rêyê bide û herwiha wek sembolekê qehremaniya pêşmerge li wir bimîne.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge firokeyeke bêmirov xist xwarê
    Li Kerkûkê Pêşmerge û Hêzên Amerîkî 70 rehîneyên kurd rizgar kirin
    KURDISTAN - Pêşmerge tevlî operasyona Mûsilê dibe
    ROJAVA - 'Eger pêşmerge were wê şer derkeve'
    Kerkûkî: Hevpeymanan bombebarana Pêşmerge nekiriye
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Dawîn)
    Ji Barzanî bo malbatên pêşmergeyên dîl serdaneke watedar
    Etîketan:
    Pêşmerge, Sebrî Şef, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de