09:44 21 Îlon 2017
Zindî
    Balafirên Rûsyayî

    Li Hewlerê li dijî DAIŞê operasyon

    © Sputnik/ Vitaly Ankov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Balafirên şer ên hevpeymanan li eniya şer a Guwêr êrişî çekdarên DAIŞê kirin û cihên wan bombebaran kirin.

    Hewler — Peyamnêrê me li Guwêrê ragihand, balafirên şer ên hevpeymanan êrişî navendên çekdarên DAIŞê li bajarokê Guwêr a li rojavayê bajarê Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê kirin.

    Peyamnêrê rudawê got: "Balafirên şer binkeyên çekdarên DAIŞê li gundê Ebzex li rojavayê Guwêr bombebaran kirin û di encamê de zirareke zêde gihîşt çekdarên DAIŞê."

    Li gor agahiyên peyamnêrê me yê li Guwêrê, îro 23ê Cotmehê danê sibehî di saet 01:30 de çekdarên DAIŞê li gundê Ebzexê êrişî hêzên pêşmerge kiribûn.

    Peyamnêrê me tekez kir, hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrişa çekdarên DAIŞê li wî gundi dabûn û zirarek mezin gihandibûn wan, lê belê ti agahiyên zelal û piştrastkirî derbarê zirarên çekdarên DAIŞê de nehatiye zanîn.Bajarokê Guwêr tenê 45 km li bajarê Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê dûr e û li rojavayê vî bajarî ye. Guwêr niha di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.

     

     

    Etîketan:
    DAIŞ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de