12:37 25 Îlon 2017
Zindî
    Mesrûr Barzanî

    Barzanî derbarê operasyona Hewîce de agahî da

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zanyariyên derbarê operasyona Hewîce de aşkere dike.

    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Navenda Nûçeyan — Mesrûr Barzanî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Twitterê derbarê operasyona Hewîce de dinivise ku di nava 69 dîlên hatine azadkirin de Tu kurdek nîn e. Barzanî dibêje: "Hêzên me yên aza karîne 6 terorîstan destgîr bikin û 20 endamên wan jî bikujin."

    Şêwîrmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê serxweşî li malbata wî leşkerê amerîkî yê ku jiyana xwe jidest daye dike û ji bo pêşmergeyên birîndar jî şîfa dixwaze.

    Doh Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku bi alîkariya Hêzên Hevpeyman, hêzeke li dijî terorê li navçeya Hewîce operasyonek taybet encam dane û di encamê de 69 dîlên di destê DAIŞê de azad kirine.

    Sekreterê Çapemeniyê yê Pentagonê Peter Cook jî daxuyandibû ku operasyon li ser daxwaza Herêma Kurdistanê pêk hatiye.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateyane ku beşdarê civînan bibin
    Mesrûr Barzanî: Divê hêzên PKK û YPGê ji Şingalê derkeve
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    FLAŞ - Barzanî: ‘Em dixwazin serxwebûna Kurdistanê îlan bikin'
    Di civina Barzanî û Brîtanyaye de operasyonên Rûsyayê jî hebûn
    Barzanî bi generalên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    DAIŞ, Mesrur Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de