21:09 26 Îlon 2017
Zindî
    Tîma Pêşmerge ya paqijkirina mayinan

    Pêşmerge firokeyeke bêmirov xist xwarê

    © Sputnik. Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27710

    Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê firokeyeke çavdêriyê ya DAIŞê xistin xwarê. Wê firokeyê narincok davêtin ser çeperên Pêşmerge.

    Navenda Nûçeyan — Îro firokeyeke çavdêriyê ya DAIŞê li asmanê nahiyeya Taze digeriya, 2 narincokên ku bi rêya kontrolê diteqin, avêtin xwarê.

    Fermandarê Hêzên Eqîd Taha Satî got: "Wan narincokan ti ziyan negihandin Hêzên Pêşmerge. Di dema ku ew firoke ji ser nahiyeya Taze vedigeriya navçeya Beşêw, li gundê Şemsiye ji aliyê pêşmergeyan ve têk çû."

    Li gorî ew fermandarê Pêşmerge dibêje, ew firoke rengê wê spî bû û piştî xistina wê, bo lêkolînê radestê hêzên asayîşê hat kirin.

    Roja 17 vê mehê jî, Hêzên Pêşmerge li eniya Herdan a bajarokê Tileferê firokeyeke çavdêriyê ya çekdarên DAIŞê xiztin xwarê.

    DAIŞ di dema dawî de bo bidestxistina zanyariyan van firokeyan bi kar tîne û tenê meha borî, Hêzên Pêşmerge li eniya Tilkêfê 2 ji wan firoke têk birin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê Pêşmerge û Hêzên Amerîkî 70 rehîneyên kurd rizgar kirin
    KURDISTAN - Pêşmerge tevlî operasyona Mûsilê dibe
    YPG: 'Em rê nadin ku Pêşmerge werin Rojava"
    ROJAVA - 'Eger pêşmerge were wê şer derkeve'
    Balafireke artêşa Îraqê çeperên Pêşmerge bombe kir
    Pêşmerge balafira îstixbaratî ya DAIŞê xist
    Kurdistan: Tu alîkariyên Rûsyayê negihiştine pêşmerge
    Etîketan:
    Pêşmerge, DAIŞ, Eqîd Taha Satî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de