15:53 20 Îlon 2017
Zindî
    Bexda

    Necmedîn Kerîm: 'Tu eleqeya me bi Bexdayê re nema'

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku, ew êdî pêbendî biryarên Wezareta Navxwe ya Iraqê nabin.

    Navenda Nûçeyan — Necmedîn Kerîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Ji îro de em pêbendî biryarên Wezareta Navxwe ya Iraqê nabin, bi taybetî ew biryarên ku girêdayî guhertina berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê bin."

    Kerîm wiha got: "Serokên Lêjneya Ewlehiyê û yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê dikarin biryarê li ser guhertina rêvebirê polîsê Kerkûkê bidin, yan her berpirsekî din."

    Parêzgarê Kerkûkê wiha domand: "Dibe ku li Bexdayê biryarên Wezîrê Navxwe werin bicihkirin û desthilata wî li wir hebe, lê li Kerkûkê êdî biryarên wî êdî nayên bigihkirin û pêbendî wan babin."

    Ev gotina Necmedîn Kerîm piştî wê yekê hat ku Bexdayê biryara guhertina hejmarek berpirsên ewlehî û îdarî yên Kerkûkê daye, ku di nava wan de biryara guhertina Rêveberê Giştî yê Polîsî Kerkûkê Cemal Tahir hatiye dan.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: ‘Me bi ser daxwaza Kurdistanê operasyon pêk anî'
    Brîtanya: 'Bila modêla Herêma Kurdistanê bi beşdariya hêzên siyasî bidome'
    FLAŞ - Barzanî: ‘Em dixwazin serxwebûna Kurdistanê îlan bikin'
    KURDISTAN - Pêşmerge tevlî operasyona Mûsilê dibe
    Amerîka: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzaniye
    Etîketan:
    Necmedîn Kerîmê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de