16:47 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    FLAŞ - Barzanî: ‘Em dixwazin serxwebûna Kurdistanê îlan bikin'

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17410

    Şêwirmendê Konseya Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li ambasadorê Brîtanyaya mezin Frank Baker kir û got kurd nikarin qedera xwe bi Iraqa strukturxirabe ve girêbidin.

    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Navenda Nûçeyan — Di civînê de ambasadorê brîtanî Frank Baker û Mesrûr Barzanî behsa şerê li dijî Daişê û rola Kurdistanê wekî faktora aramiyê li herêmê kir û Mesrûr Barzanî di heqê Iraqa faşil de got:

    Problemên Iraqê rayên dîrokî hene û bawerî di nêvbera pêkhateyên Iraqê de nemaye, pirsgirêk di struktura Iraqê bi xwe de ye, gelek hewldan hatin kirin da Iraq wekî welatekê yekgirtî bimîne lê belê hemî hewildan bi ser neketin, sedema şikestina Iraqê li Bexdayê ye, em jî nikarin bibin qurbanên sîstemeka faşil, lewma em dibêjin mafê pêkhateyên Iraqê ye ko çarenivîsa xwe diyar bikin, em jî dixwazin ev yek bi aştiyê were kirin û welatekê me yê serbixwe di nêv gelên navçeyê de hebe, ji ber wek hemî gelên cîhanê mafê me jî heye û em dixwazin ko ev maf bi riya aştiyê û dûrî şer were pêkanîn.

    Mesrûr Barzanî û Frank Baker behsa xurtkirina têkiliyên Kurdistanê û Brîtanyaya mezin jî kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Mesrûr Barzanî: Divê hêzên PKK û YPGê ji Şingalê derkeve
    Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateyane ku beşdarê civînan bibin
    Mesrûr Barzanî; Iraq perçe dibe
    Etîketan:
    Frank Baker, Mesrur Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de