16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Balafirên RûsyayîÊrişa balafiran

    MEXMÛR - Operasyoneke mezin dest pê kir: 14 kuştî hene

    © Sputnik/ Vitaly Ankov © REUTERS/ Mohamed al-Sayaghi
    1 / 2
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 97411

    Îro êvarê di operasyonekê de cihên çekdarên rêxistina DAIŞê li eniya şer a Guwêr-Mexmûrê hat bombebarankirin û di encamê de 14 DAIŞî hatin kuştin.

    Mexmûr — Li gorî agahiyên Rûdawê, îro 19ê Cotmehê danê êvarê balafirên şer êrişî binke û çeperên çekdarên rêxistina DAIŞê yên li eniya şer a Guwêr-Mexmûrê kirin û cihên wan dan ber bombeyan.

    Berpirsê Eniya Guwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re wıha ragihand: ‘Îro êvarê balafirên şer ên hevpeymanan binkeyeke DIAŞê li Mexmûrê bombebaran kirin.'

    Sîrwan Barzanî got ku ew binkeya çekdarên DAIŞê bi qasî 20 km ji başûrê navçeya Mexmûrê dûr e û ji aliyê balafiran ve hatiye jinavbirin.

    Barzanî herwiha destnîşan kir ku li gor agahiyên wan di encama bombebaranê de 14 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

    Navçeya Mexmûrê bi qasî 60 km ji bajarê Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê dûr e û ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Mûsilê ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Keçika 20 salî ya ku DAIŞê revandibû ji deste DAIŞê reviya û gihişte malbata xwe
    Propagandaya DAIŞê: Vidyoyên hovane
    Şerêkî giran di nav hêzên Iraqê û DAIŞê de dest pê kir
    Artêşa Iraqê Qesra Sedam Hiseyn ji DAIŞê Stand
    500 welati çûne nav DAIŞê
    Etîketan:
    DAIŞ, Sîrwan Barzanî, Maxmur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de