04:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Parlementoya Kurdistanê

    Hikumeta Iraqê, budçeya Kurdistanê ya 2016an diyar kir

    © Foto: / KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1601

    Lijneya wezîran ya hikumeta Iraqê di civîna xwe ya îro de budçeya 2016an pesend kir û şande parlamentoyê.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seed Hedisî diyarkir ku, para budçeya Kurdistana Federal ya 2016an sedî 17 hat diyarkirin. Lê şandina budçeya Herêma Kurdistanê bi şert ve hat girêdan, divê hikumeta Kurdistanê 300 hezar ji Kerkûkê bi tevahî 550 hezar bermîl petrol bişîne hikumeta navendî.

    Hedisî destnîşankir ku, hikumeta Bexdayê wê bi vê peymanê re girêdayî bimîne. Budçeya Iraqê ya sala 2016an 106 trilyon dînare (87 milyar dolar) û pêşbîniya me li ser têrnekirina budçeyê jî 23 trilyon dînare (18,8 milyar dolar).

    Hikumeta Bexdayê di sala 2016an de rojane plana 3 milyon û 600 hezar bermîl ku îxrac bike dike.
    2015 bû sala krîzan

    Li gorî peymana 2ê Mijdara 2014an ya Hewlêr û Bexdayê dihat pêşbînikirin ku Kurdistana Federal rojê 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê û bi tevahî 550 hezar bermîl divê bişandana. Li hemberî vê şandina petrole jî divê hikumeta Bexdayê mûçeyên karmendan û budçeya Kurdistana Federal rêkirana.

    Digel ku Hikumeta Kurdistanê hemû sozên xwe yê vê peymanê bi cih anîn jî hikumeta Bexdayê soza ku dabû bi cih ne anî.

    Hikumeta Kurdistana Federal jî di meha tîrmehê de biryar dabû ku bê hikumeta navendî wê petrola xwe bifroşin.

    Bi heman mijarî:

    Di encama hevdîtina Tirkiye û Almanyayê de Kurdistan derket
    Komîsyona Şefafiyetê ya Kurdistanê: 'Bila miaşê 3 mehan demildest bê dayîn'
    Barzanî: ‘Êdî dema nirxandina rewşa Kurdistanê hatiye'
    Amerîka ji bo siyasetmedarên Kurdistanê: ‘Nakokiyan kûrtir nekin, aramiyê biparêzin'
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de