15:51 20 Hezîran 2018
Partîyên kurdan

Partiyên Kurdistanî: 'Bila dewleta me xera nebe'

© Foto : Facebook
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Îro li navenda PAKê ya li Amedê partiyên kurdistanî yên wekî AZADÎ, KADEP, OSP, PAK, PAKURD û PDK-BAKUR daxuyaniyeke çapemeniyê weşandin. Daxuyaniya hevbeş a li ser rewşa siyasî ya Heremê Kurdistanê ji aliyê Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran ve hate xwendin.

Amed — Daxuyaniyê di serî de bal kişande ser destkeftina kurdan sedsala dawîn û got: ‘Rol û bandora Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê ji gelek dewlet û hêzên herêmê zêdetir e. Ev destkeftin û ev dem, di dîroka neteweya me de dem û pêvejoyeke siyasî ya zêrîn e.'

Daxuyaniyê ev destkeftin sparte hemû partî û rêxistinên Herêma Kurdistanê; herwiha berhema ked, xebat û pişrgirîya hemû gelên çar perçeyên Kurdistanê.

Daxuyaniyê şerê terorî yê DAIŞê, ambargoya  aborî ya hikûmeta navendî ya Bexdayê û enrîkayên li ser Herêmê şermezar kirin.

Partiyan ji bo çareserkirina krîza serokatiyê jî bang li aliyên têkildar kir ku pergala serokatî û parlementeriyê biparêzin; herwiha bila siyasetmedarên Herêmê jî li hemberî lîstik, entrîka û şerê meşandî hişyar bin.

Ber bi dawiya daxuyaniyê hinek şîret û pêşniyarên wiha li siyasetmedarên herêmê hatine kirin: Divê  komîteyeke taybet a bêalî bûyerên dawîn bişopîne û  kiryarên derqanûnî darizîne. Herwiha divê partiyên siyasî bi riyên guftûgo, diyalog û rêzgirtinê pirsgirêkên xwe  çareser bikin; kurdistaniyên cîhanê jî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin. 

Di dawiyê de jî wiha hate gotin: ‘Divê gelê me di armanca dewletbûnê de bi serbikeve! Ev jî pêwistî bi yekrêziya navxweyî û bi serkirdeyatiyeka bihêz heye.'

Bi heman mijarî:

Kurdistan: Tu alîkariyên Rûsyayê negihiştine pêşmerge
Barzanî: ‘Pirsgirêk nikarin aramiya Kurdistanê xera bikin'
PAK bangî kurdan dike ku xwedî li Herêma Kurdistanê derkevin
KURDISTAN - Civîna PDKê û YNKê dest pê kir
Wî serokwezîrî got: "Aramiya Kurdistanê ji me re girîng e"
Mihemedê Hecî Mehmûd ji bo aloziyan bangî partiyên Kurdistanê kir
Kurdistan: 'PDK-YNK û Yegirtû bê Goranê hikumetê avadikin'
Etîketan:
PDK - BAKUR, PAKURD, KADEP, HEREKETA AZADÎ, OSP, PAK, Îbrahîm Xelîl Baran, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de