02:38 17 Tebax 2017
Zindî
    kurdistan

    Mihemedê Hecî Mehmûd ji bo aloziyan bangî partiyên Kurdistanê kir

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 109 0 0

    Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê Mihemedê Hecî Mehmûd bangî siyasetmedarên Herêma Kurdistanê kir û got: ‘Beriya ku bûyer ji kontrolê derkevin çareyekê ji pirsgirêka heyî re bibînin.'

    Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Mihemedê Hecî Mehmûd daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de wiha hate gotin: ‘Kurdistan di nava şerekî dijwar de ye û li pêşber dijminekî wekî DAIŞê rawestiya ye. Divê partî û aliyên siyasî bi berpirsiyarî tevbigerin û li hev bicivin.'

    Mihemedê Hecî Mehmûd ji bo bûyera mirinê ya li Qeladizê jî xemgîniya xwe anî ziman û got: ‘Her roj ji bo parastina Kurdistanê xwîna Pêşmerge li eniyan dirije, nabe ku li cihekî wekî Qeladizê jî xwîna kurdan birije û alozî derkeve.'

    Hecî Mehmûd diyar kir ku ‘xwepêşandan mafê rewa yê xelkê Kurdistanê ye û dikarin mûçeyên xwe bixwazin; lêbelê divê xwepêşandan di çarçoveyeke medenî û qanûnî de bimeşin.'

    Mihemedê Hecî Mehmûd berpirsiyariya qeyrana mûçeyan û xwepêşandanan dike stûyê desthilatdarî û muxalefeta ku ji PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû pêk tê.

    Ev çend roj in ku li Silêmanî û navçeyên wê xwepêşandan çêdibin. Di van xwepêşandanan de komên ciwan êrîş birin ser baregahên PDKê û PSDKê û di encamê de gelekên wan hatin texrîbkirin an jî şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: 'PDK-YNK û Yegirtû bê Goranê hikumetê avadikin'
    Nexweşiya kolêrayê gihîşt Kurdistanê!
    KURDISTAN - PDK - GORAN
    Li Herêma Kurdistanê çi diqewime?
    KURDISTAN - 87 kes birîndar bûn
    Goran: "Perêyê petrola Kurdistanê ne heqe kurdan e"
    KURDİSTAN - Li ser wê partiya kurdan êriş kirin
    KURDİSTAN - Kirîza serokatiyê dîsa çareser nebû
    Pêşmerge: "Kurd serxwebuna Kurdistanê dixwazin"
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, PSDK, Mihemedê Hecî Mehmûd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de