18:37 17 Tebax 2017
Zindî
    Hecî Bîrlîk

    Ji bo kaşkirina cinazeyê Hacî Birlik 2 polês ji kar hatin avêtin

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Piştî ku Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş wêneyê bi erdê re kaşkirina Haci Lokman Birlik li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand Wezareta Navxweyî ya Tirkiyayê mufetiş şandibûn Şirnexê û lêpirsîn dabû destpêkirin.

    Haci Birlikê 24 salî li Şirnexê bi guleya polêsên tirk birîndar bibû û polêsan ew bi 24 guleyan înfaz kiribû; paşê jî bend avêtibû stûyê cendekê wî û ew heta nexweşxaneyê bi erdê kaş kiribû; herwiha nehiştibû karmendên nexweşxaneyê cinaze bidin ser darbestê û wisa heta morgê bi erdê re dabû kaşkirin.

    Piştî kuştina Haci Birlik, li ser hesabekê Twitterê yê bi navê JITEMê wêneyek û notek hatibû weşandin û gotin ku ‘ev ji bo têkildaran peyamek e'.Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş wêneyê bi erdê re kaşkirina Haci Lokman Birlik li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand û li binî wiha nivîsî: 'Li vî wêneyî baş binêrin. Duh li Şirnexê hatiye kişandin. Hûn ji bîr nekin; ji ber ku em ê qet ji bîr nekin.'

    Parlementera HDPê Leyla Birlika jinbiraya Hacî jî li ser Twitterê gotibû ku 'tiyê wê birîndarî hatiye girtin û paşê hatiye înfazkirin'.

    Tiyê Parlementera HDPê Leyla Birlikê Hacî bi kuştina hovane çend rojan rojeva Kurdistan, Tirkiya û cîhanê serobino kir û rayedarên tirk mecbûr man ku lêpirsînekî derbarê vê kiryarê de vekin.

    Îro Wezareta Navxweyî ya Tirkiyayê daxuyand ku di encama lêpirsînê de 2 polêsên tirk ji kar hatine girtin û nehat zanîn bê ka memûriyet li van polêsên tirk hatiye qedexekirin an na.

    Bi heman mijarî:

    MAZLUMDER: ‘Em miameleya ne mirovane ya li Hacî Birlik lanet dikin!'
    PAKê ji bo Hacî Bîrlik daxuyanî da
    Leyla Bîrlîk: "Hacî Bîrlîk bi birîndarî girtin û piştre înfaz kirin"
    Gelo Hacî Lokman Birlik çawa hat kuştin?
    Daxuyaniya Erdoğan derbarê îşkenceya li cinazeyê Hacî Birlik
    Etîketan:
    polêsên tirk, kuştin, îşkence, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de