09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    YNK û Goran

    Goran: "Perêyê petrola Kurdistanê ne heqe kurdan e"

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 128 0 0

    Parlamentera Hereketa Goran Şîrîn Reza got ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pareyê petrola tê firotin radestê Bexdayê bike.

    Navenda Nûçeyan — Parlamentera Tevgera Goran a Parlamena Iraqê Şîrîn Reza ji ajansa Îltica ya Iraqê re axivî û got ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pareyê petrola tê firotin radestê Bexdayê bike û bûtçeya xwe werbigre.

    Ev daxuyanî di demekê de ye ku sedema sereke ya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, mijara birîna bûtçe û firotina petrola Kurdistanê ye.

    Li gor rêkeftina di navbera herduyan de divê hikûmeta Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrola herêmê û ya Kerkûkê hinarde bike, pareyê wî jî bişîne Bexda û li hember vê de jî Bexda ji sedî 17 bûtçeya Kurdistanê bişîne.

    Lê belê jiber Bexda pabendê vê rêkeftinê nebû, ji meha Hezîranê ve hikûmeta herêma Kurdistanê pareyê neftê nade Bexdayê.

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - PDK - GORAN
    Civîna parlamentoyê hat paşxistin
    Li Herêma Kurdistanê çi diqewime?
    Etîketan:
    goran, Şîrîn Reza, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de