02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Parlementoya Kurdistanê

    Kurdistan: 'PDK-YNK û Yegirtû bê Goranê hikumetê avadikin'

    © Foto: / KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Li gorî çavkaniyên hêrêmî, PDKê di civîna roja 10ê vê mehê ya polîtburoya xwe de biryar daye ku Tevgera Goran êdî di nav hikûmetê de nemîne.

    Navenda Nûçeyan — Endamekî Polîtburoya PDKê eşkere kir ku PDKê biryar daye hikûmetek nû pêk bîne û YNK û Yekgirtû jî dibin şirîkên wê hikûmetê.

    Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî wê civînê gotibû, Goranê xwe xistiye bin barekî ku nikare hilde.

    Di hikûmeta niha ya Kurdistanê de 5 wezîr, pişka Gorranê ne lê eger ew ji nav hikûmetê derkevin, hikûmeta niha hildiweşe û divê hikûmetek nû were avakirin. Derheqê vê mijarê de endamekî Polîtburoya PDKê got, PDK biryar daye hikûmetek bêyî

    Goran pêk bîne û PDKê ji YNKê re jî gotiye li ser vê yekê helwesta xwe eşkere bike.

    Wî rayedarê PDKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, îdia kir ku heta mehek din YNK dê pişta Goranê berde û bi PDKê re hikûmetê pêk bîne, Yekgirtû jî dê tevlî hikûmeta nû bibe, bi vî rengî hikûmet dê ji aliyê sê partiyan ve were pêkanîn.

    Di hikûmeta niha de PDK, YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû beşdar in.

    PDKê duh eşkere kir ku di aloziyan de 2 endamên wan jî jiyana xwe ji dest dane û 9 endamên wan jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - PDK - GORAN
    Tevgera Goran bi awarte civiya
    PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû: Bila Barzanî xatir ji serokatiya bixwaze!
    Li Îranê navên Goran, Soran, Mukriyan, Baban, Erdelan û Hewramî...
    Etîketan:
    YNK, PDK, Fazil Mîranî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de