05:31 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mêsûd Barzanî

    Barzanî, derbarê aloziyên de daxuyaniyek belav kir

    © Foto: krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê aloziyên îro li çend navçeyên parêzgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev 9ê Cotmehê derbarê xwepêşandan û aloziyên di wan xwepêşandanan de daxuyaniyek weşand.

    Li gor daxuyaniyê, Mesûd Barzanî derbarê bûyerên wan çend rojên borî û herwiha alozî û pevçûnên îro yên li navçeya Qeladizê de daxwaz ji hemû dezgehên hikûmetê, dezgehên îdarî û ewlehî û herwiha partiyên siyasî yên Herêma Kurdistamê kirk u agahdar bin û  rê nedin ew alozî û pevçûn zêdetir bin û ew alozî derbasî cihên din bibin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Barzanî herwiha daxwaz kiriye ku dezgehên peywendîdar bêhnfireh bin û hemû rêyan bo aramkirina rewşê bikar bînin

    Barzanî herwiha tekez kiriye, ewên ku li hember çêbûn û derketina wan bûyeran berpirsyar in, pêwîste li gor yasayê serederî ligel wan bê kirin.

    Barzanî got: "Ewên ku berpirsyarê wan bûyeranin, ew bi xwe berpirs in li hember encamên kiryarên xwe."

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Heyfa Êzidiyan dê were stendin'
    Amerîka bi Barzanî re derbarê operasyonên Rûsya li Sûriyeyê de gotûbêj kir
    Ji Barzanî bo malbatên pêşmergeyên dîl serdaneke watedar
    Barzanî bersiv da Rûsyayê: "Ji bo şerê li dijî DAIŞê em amade ne"
    DAIŞê bi zimanê kurdî peyam ji Mesûd Barzanî re şand
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de