22:26 27 Gulan 2018
HDP

FLAŞ ÎDIA - HDP: 'PKK dê heta çend rojan agirbestê ragihîne'

© Foto : HDP Navend
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokatiya HDPê ya Çewlikê ji bo danasîna parlementerên xwe yên namzet îro civîneke çapemeniyê li dar xist û Parlementerê HDPê Hişyar Ozsoy jî tê de axaftinek kir.

Enqere — Parlementerê HDPê Hişyar Ozsoy di nava axaftina xwe de got: ‘Em hewl didin ku hilbijartinên 1ê Mijdarê di hewayeke aram û di nava aştiyê de pêk were. Înşaellah em ê heta çend rojan de nûçeyeke mizgîniyê bidin. Heta dawiya hilbijartinan divê ev hewaya herc û mercê raweste û em ê hewl bidin ku agirbest berdewam bike.'

Ozsoy diyar kir rojeva Tirkiyayê ev 6 in meh in ku bi hilbijartinan ve radibe û rûdine; divê rojev nebe pêşbaziya parlementeran û istiqrareke siyasî têkeve rojevê.

Parlementerê HDPê bi awayekî jixwe bawer got ku ev hilbijartin dê biqedin û hikûmet dê bê avakirin; ji ber ku agehiyên wan ên berdest hene ku dibêjin welat dê bêhikûmet nemîne.

Bi heman mijarî:

Cemîl Bayik: 'Em şer naxwazin û ji agirbestê re amade ne'
Demirtaş: Ez ji bo agirbestê hêvîdar im
ÎDIA - PKK agirbestê radigihîne
KCK ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê agirbestê nîqaş dike
FLAŞ - Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'
KCK: 'Em ji agirbesta dualî ya bi hakem re amade ne'
Etîketan:
agirbest, hilbijartin, PKK, HDP, Hişyar Ozsoy, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de