01:25 14 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    KURDİSTAN - Kirîza serokatiyê dîsa çareser nebû

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Herêma Kurdistanê 5 partiyên şirîkê hikumetê ji bo çareserkirina kirîza serokatiyê civîn li dar xistin, lê tu encam jê derneket.

    Îro danê sibê partiyên PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamê li ser kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê bi hev re civiyan.

    Civîna îro nehemîn civîna 5 alî ya li ser kirîza serokatiyê bû û civîn li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.

    Her 4 aliyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komelê 2 pêşniyar pêşkêşî PDKê kiribûn û li benda bersiva fermî û nivîskî ya PDKê bûn.

    Li gorî wan pêşniyaran yan Serokê Herêma Kurdistanê wê di nav gel de bê hilbijartin û desthilatên wî kêm bin û yan jî serok dê di nav parlamentoyê de were destnîşankirin û xwediyê desthilatek zêde be û li gor her 4 partiyan, PDK gerek li ser yek ji wan projeyan razîbûna xwe nîşan bide.

    Rayedarên PDKê jî pêştir di daxuyaniyên xwe de dabûn xuyakirin ku ew li ser pêşniyara hilbijartina serok di nav gel de razî ne, lê kêmkirina desthilatên serokatiyê qebûl nakin.

    Bi heman mijarî:

    Aliyên siyasî ji bo krîza Serokatîya Herêmê kombûn
    Hilbijartinên serokatîyê wê bi xwe re serxwebûna Kurdistanê bînin
    Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
    Etîketan:
    Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Goran, YNK, PDK, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de