15:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê PAKê

    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA YEKEM)

    © Foto: Cesim İLHAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Spûtnîkê ji serokên partiyên kurdan pirs kir: "Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e?" û "Gelo kurd çawa dikarin vê hevsengê vegerînin qezencekê?" Li ser van pirsan me pêşiyê ji Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik pirsî û cenabê wî ramanên xwe bi Sputnik Kurdistanê re parve kirin.

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik

    Li ser erdê şimşat ê vê herêmê di destê her dewletê de ji yekê zêdetir kartên lîstikê hene. Divê kurd ji tecrubeyan ibretê bigirin û siyaseteke hevkêşe bimeşînin.

    Hema hema ev cara pêşîn e ku Rûsya û DYA muhtacî kurdan dibin û kurd dikarin vê pêşveçûnê vegerînin firsendeke erênî.

    Di şert û mercên heyî de hêzên mezin pêwistî bi rola kurdan dibînin; lêbelê ji aliyekî din ve dewletên ku muxatabê Pirsgirêka Kurd in jî bi her cure entrîkayê hewl didin ku Kurdistan statuyek bi dest nexîne.

    Di vê pêvajoyê de riya hera ewle, serkeftî û qezencbar a ku kurd tê de bimeşin ev e:

    — divê kurd ji berjewendiyên xwe yên stratejîk û mafên xwe yên rewa tawîzan nedin;

    — divê kurd li her parçeyî di navbera xwe de kordînasyon, hevkarî, destek û tifaqê pêş bixin; herwiha di navbera parçeyên xwe de jî heman karî bi awayekî gelemperî pêk bînin.

    Mixabin pêwendiyên kurdan ên navxweyî ne bi wê pesnê ne. Heke kurd pêwendiyên xwe yên navxweyî xurt bikin, ev pêngava wan dê bi qasî bandora Rûsya û Amerîkayê pêşeroja wan diyar bike.

    Bi heman mijarî:

    PAKê serdana Cizîra Botan kir
    PAK: Em Dr. Qasimlû û hevalên wî bibîr tînin
    PAK: Parlementoya Kurdistanê hestê lawên Rojhilat birîndar dike
    PAK: `Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin`
    Etîketan:
    kurdî, PAK, Kurdistan, Kurd, Partiya Azadiya Kurdistanê, PAK, Mustafa Ozçelik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de