09:32 12 Kanûn 2017
Zindî
    Şerwan Derwêş

    Burkan El Firat: 'Nûçeya Spûtnîkê rast e, em ji Rûsyayê destekê dixwazin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şervan Derwêş, Berdevkê Burqan El Firata ku di bin banê Artêşa Azad a Sûriyayê de şer dike, derbarê balafirên şer ên Rûsyayê yên ku li dijî çeperên DAIŞê êrişan pêk tînin de ji Spûtnîkê re axivîbû û gotibû ku ‘bila Rûsya destekê bide me û em di bejahiyê de li DAIŞê bixin'. Îro got ku ‘ev gotin aydî min in' û axaftina xwe piştrast kir.

    Duh di medyaya civakî de nûçeyek hatibû weşandin ku qaşo malpera Sputnik Turkiyeyê nûçeya xwe ya bi sernavê ‘bila Rûsya destekê bide me û em di bejahiyê de li DAIŞê bixin'  de axaftina Şervan Derwêş, Berdevkê Burkan El Firata ku di bin banê Artêşa Azad a Sûriyayê de şer dike, berovajî kiriye. Derwêş li ser hesabê xwe yî Twitterê gotibû ku axaftinên wî hatine tehrîfkirin.

    Di wergera ku gihişte ber destê min de şaşî hebûn'

    Piştî vê îdiayê em dîsa bi Derwêş re ketin têkiliyê û me got ku ‘di nûçeya Sputnîkê de de şaşî tuneye, sedema şaşfêmkirinê di wî bi xwe de ye'. Derwêş diyar kir ku ew li pişt axaftina xwe ye berê ye ku gotibû: Kî li hemberî terora DAIŞê şer bike em ê destekê bidinê. Lêbelê DAIŞ hêzeke mezin e û êrişên hewayî têk naçe. Bila Rûsya destekê bide me û em ê jî di bejahiyê de li DAIŞê bixin.' Derwêş diyar kir ku naveroka nûçeyê bi wergereke şaş gihiştiye ber destê wî û di wê wergerê de hinek şîrove û lêzêdikirin hebûne.

    ‘Em destekê didin operasyonên Rûsyayê yên li dijî DAIŞê

    Derwêşî wiha got: ‘Wergera hevpeyvîna me ya bi erebî gihişte ber destê min û tê de îdiayek hebû. Îdiayê digot ku ‘qaşo min ragihandiye ku Burkan El Firat wê di bin emrê Rûsyayê de şer bike; herwiha qaşo min nuqte bi nuqte şûnwarên operasyonê ji wan re gotine. Li ser vê yekê min jî li ser Twitterê daxuyaniyek da û got ku axaftineke min a wisa tuneye. Îcar ew nûçeya we ya berê rast e û tu pirsgirêk tê de nîn e. Meqseda min ew nûçeya we ya ku dibêje ‘Burkan El Firat destekê dide operasyona Rûsyayê ya li dijî DAIŞê. Kî li hemberî terora DAIŞê şer bike em ê destekê bidinê. Ji ber ku DAIŞ dijminê mirovahiyê ye. Lêbelê DAIŞ tenê bi  êrişên hewayî têk naçe. Bila Rûsya ji esmanan û em jî li ser erdê lêxin. Bila desteka hewayî û çekan bide me. Heke di destê me de çekên giran hebin dê baş be. ‘

    Ajansa Spûtnîkê hevpeyvîna Şervan Derwêş bi 4 zimanan weşandiye. Nûçeya navborî di hemû beşan de bi heman sernav û naverokê hatiye weşandin. Ji bilî dengê tomarkirî yê Derwêş tu şîrove li axaftina wî nehatine zêdekirin û jê nehatine derxistin.

    Nûçeya Spûtnîkê bi tirkî, erebî, ingilîzî û kurdî li ser lînkên jêrê hatiye weşandin:

    Spûtnîk ajans û radyoyeke 35 zimanî ye ku bi feraseta ‘medyaya nû' weşanê dike. Marqeya Spûtnîkê li ser portalên xwe yên înternetê her çi tiştê ku wekî nûçeyekê biweşîne teqez li gorî exlaqê nûçegihaniyê tevdigere.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Burqan El Firat: Bila Rûsya arikariya me bike, em jî di bejê de li DAIŞê bidin
    Washington: 'Herêma ji firînê re qedexekirî, egera pevçûna Rûsya û Amerîkayê'
    Artêşa Sûriyeyê, bi piştgiriya Rûsyayê bi dest operasyona bejayî kir
    Rûsya: Me ji Deryaya Xezerê li DAIŞê da
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, Buran El Firat, Şervan Derwîş, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de