02:57 22 Hezîran 2018
Pêşmerge- Mûsil - operasyon - eniya şer

Pêşmerge 16 çekdarên DAIŞê girt!

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li devera Mexmûrê ya Kurdistanê, 11 çekdarên DAIŞê şeva borî û 5 çekdar jî vê sibehê teslîmî Pêşmerge bûne.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahîyan derengiya şeva borî 11 çekdarên DAIŞê li gundê Mişare yê girêdayî nahiyeya Sultan Ebdulla ya bajarokê Mexmûrê teslîmî hêzên Pêşmerge bûn.

Fermandeyekî Pêşmerge got: Piştî ku ew çekdar teslîm bûn lêpirsîna li hember wan dest pê kir û heta niha jî didome.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, tevahiya çekdarên ku teslîm bûne, ereb in lê dema di rê de ber bi çeperên Pêşmerge ve dihatin, pêşmergeyan wek tedbîr gulle berdane wan ji ber wê jî yek ji wan birîndar bû.

Fermandeyekî din ê Pêşmerge li eniya Mexmûrê ji Rûdawê re got, îro danê sibê jî 5 çekdarên DAIŞê teslîm bûn û da zanîn, wan çekdaran li gundê Saqî yê Mexmûrê xwe da dest û hemû jî erebên iraqî ne.

Wî fermandeyê Pêşmerge diyar kir ku temenê wan çekdaran di navbera 25-35 salan de û niha di lêpirsînê de ne. 

 

Bi heman mijarî:

DAIŞê li Girê Spî êrişî YPGê kir
Qeraxên Libyayê di bin kontrola DAIŞê de ye
Li Mûsilê 2 eşîrên kurd alîkariya DAIŞê dikin
Rûsya: Me ji Deryaya Xezerê li DAIŞê da
Baregeha navendî ya operasyonên li dijî DAIŞê ji aliyên Mîl Mî-24an ve tê parastin
DAIŞ: 'Zarokan fêrî kuştina mirovan dike'
Etîketan:
Pêşmerge, DAIŞ, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de