08:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Li Mûsilê 2 eşîrên kurd alîkariya DAIŞê dikin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Berpirsê ragihandinê yê liqa PDKê ya Mûsilê Seîd Memozînî derbarê rewşa Mûsilê de axivî.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk  - HSD- DAIŞ- Minbic
    © REUTERS/ Rodi Said
    Navenda Nûçeyan — Li gorî Seîd Memozînîyê ku ji ajansa Rûdawê re axiviye beşek ji eşîrên Sûrçî û Zêbarî yên kurd li Mûsilê alîkariya DAIŞê dikin.

    Li gorî nûçeyê her çiqas DAIŞ bi eşkeretî dijminahiya kurdan neke jî di binî ve hewl dide ku kurdan, bi taybetî jî kurdên Şebek bike ereb. 

    Rayedarê PDKê anî ziman ku nirxê tiştan li Mûsilê pir giran bûye; ji ber wê jî welatî pir tengav bûne. Lewre hinek kurd bi alîkariya DAIŞê debara xwe dikin û beşa ku alîkariya DAIŞê dikin, di nava xweşiyê de dijîn.

    Memozînî derbarê jiyana aborî ya Mûsilê got ku li Mûsilê tevahiya kargeh û navendên pîşesaziyê hatine girtin, ger û geşta komelî hatine qedexekirin, materyalên perwerdehiyê yên dibistanan ji bo rêxistinê tên firotin.

    Ji aliyekî din DAIŞ destê xwe dixe nav tevahiya warên jiyana welatiyan û. li Mûsilê jinebiyan neçar dike ku bi çekdarên wê re bizewicin. Ji ber van zext û zoriyan nifûsa bajêr 3 milyon kesî daketiyê nîvê rêjeya berî dagirkirinê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me ji Deryaya Xezerê li DAIŞê da
    Baregeha navendî ya operasyonên li dijî DAIŞê ji aliyên Mîl Mî-24an ve tê parastin
    DAIŞ: 'Zarokan fêrî kuştina mirovan dike'
    Balafiran navenda DAIŞê wêran kirin: 11 kuştî
    FLAŞ - HDP: ‘Politîkayên AKPê yên li dijî Rûsyayê ji bo rehetkirina DAIŞê ye'
    Etîketan:
    Mûsil, Kurdistan, kurdî, Kurd, PDK, Seîd Memozînî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de