21:22 24 Mijdar 2017
Zindî
    PKK

    KCK ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê agirbestê nîqaş dike

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Îro (07.10.2015) Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, di rojnameya Ozgur Gundemê de nivîseke bi serenavê ‘Dema darizandinê nêzîk e’ nivîsî û rojeva kurd û Kurdistanê nirxand.

    Hozat li ser hilweşandina goristanên gerilayên xwe dibêje: 'Wekî ku rêberê me bi awayekî nemerdane hate dîlkirin, bi heman şêweyê DAIŞê tirbe, mizgeft, berhem û cihên dîrokî yên kurdan tên îmhakirin.’

    Hozatê girîngiya nivîsa xwe li ser darizandina Erdogan û kadroyên wî hûnandiye. Di nivîsê de Erdogan bi dîktatorên navdar ên dîrokê Hîtler, Mûssolînî û Saddam re tê miqayesekirin û kiryarên wî wekî  sûcên mezin ên şer tên binavkirin.

    Hozat dibêje ku divê xwediyên van kiryaran li Dîwana Laheyê bên darizandin û hinceta daristanê jî wiha vegot: ‘Bi fermana Erdogan û AKPê bi rêbaza DAIŞê li hemberî kurdan komkujî tên kirin, her roj zarok tên înfazkirin, goristan tên bombekirin, bi bombeyên balafirên şer gundên mînanî Zergeleyê ji holê tên rakirin, malên li bajaran ji aliyê tankan ve tên hilweşandin, di bin qedexeya derketina derve ya bi hefteyan, erdnîgariya Kurdistanê tê şewitandin, mîrateya çandî ya kurdan di binê avê de tê hiştin.’

    Hozatê derbarê hilbijartinên 1ê Mijdarê de got: ‘Tevgera Azadiyê, ji bo tevkariyê li serketina mezin a HDPê ya hilbijartinên 1ê Mijdarê bike, dê helwesteke dîrokî nîşan bide, planên kirêt ên AKPê din pûç derxîne û bersiva pêwist bide. Jixwe piştî serkeftina di hilbijartinê de rêvebiriya AKP-DAIŞê jî dê bi dawî bibe û kadroyên wan digel pêşengên xwe dê bên darizandin.

    Hêjayî gotinê ye ku ev nivîsa Besê Hozat ji aliyê medyaya tirkî ve wekî elameta agirbestê hate xwendin.

    Bi heman mijarî:

    Îlon: 'Meha aştiyê bû meha binçavkirina rojnamevanan'
    FLAŞ - HDP: ‘Politîkayên AKPê yên li dijî Rûsyayê ji bo rehetkirina DAIŞê ye'
    Goristana Çemşê hat bombekirin
    HPG: ‘Êrişa li Norşînê ji hêla hêzên kontrayan ve hat kirin'
    Etîketan:
    kurdî, PKK, KCK, Kurdistan, Kurd, KCK, Besê Hozat, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de