19:48 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hecî Bîrlîk

    MAZLUMDER: ‘Em miameleya ne mirovane ya li Hacî Birlik lanet dikin!'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1710

    Li ser navê Serokê Komelaya Hevkariyê ya ji bo Mafên Mirov û Mezlûman (MAZLÛMDER) Ahmet Faruk Unsal daxuyaniyeke lanetkirinê hate weşandin.

    Komeleya mafên mirovan MAZLUMDERê derbarê  kuştin, işkencekirin û teşhîrkirina sivîlê bi navê Hacî Loqman Birlik û Endamê PKKê ya bi navê Kevser Elturk (Ekin Wan) daxuyaniyek da ser malpera xwe û ev karên nemirovane lanet kirin.

    Di daxuyaniya lanetkirinê de hat gotin ku roja 03.10.2015an li taxa Konakê Hacî Birlik hatiye kuştin, li stuyê wî bend hatiye alandin û bi erdê re hatiye kaşkirin. Ev miamele bi wêneyekî derkete holê û paşê jî Wezareta navxweyî mufetiş şandin cihê bûyerê. Berêvarê jî vîdyoyên weşandî piştrast kir ku bi rastî ew miamele ji aliyê hêzên dewletê ve û bi bi wê hovîtiya barbarane hatiye pêkanîn.

    Daxuyaniyê got: ‘Ji aliyê din ve, roja 10.08.2015an jî li dijî endama PKKê ya bi navê Kevser Elturk (Ekin Wan) heman sûcê nemirovane hatibû kirin ku divê ev kiryarên nemirovane bêceza nemînin, meşrû nebin.'

    Daxuyanî bi sernavê ‘Em miameleya ne mirovane ya ku li cinazeyê Hacî Birlik hatiye kirin lanet dikin!' hate weşandin.

    Bi heman mijarî:

    HPG: ‘Êrişa li Norşînê ji hêla hêzên kontrayan ve hat kirin'
    Leyla Bîrlîk: "Hacî Bîrlîk bi birîndarî girtin û piştre înfaz kirin"
    Etîketan:
    YDG-H, gerîla, kurdî, PKK, Kurdistan, Kurd, MAZLUMDER, PKK, Kevser Elturk (Ekin Wan), Hacî Loqman Birlik, Ahmet Faruk Unsal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de