18:01 23 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    KURDISTAN - Ji bo serokatiyê PDK û Yekgirtûyê li hev kirin

    © Foto: Osman Başiqlî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ligel hev rêkevtinek îmza kirin.

    Navenda Nûçeyan — Îro 5ê Cotmehê PDKê û Yekgirtû piştî derbasbûna zêdetir ji salekê bi ser pêkanîna Encûmena Parêzgeha Dihokê de li hev kirin.

    Wekî hat zanîn, li gor vê rêkevtinê Yekgirtû dê beşdarî hikûmeta xwecihî ya Dihokê bibe û PDK li ser vê yekê razî bûye.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, PDK razî bûye 23 kursiyan li sînorê parêzgeha Dihokê bide Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê.

    Hat zanîn, ku di çarçoveya wê rêkevtinê de kursiyên Sekreteriya Encumena Parêzgeha Dihokê, yek ji Cîgirên Parêzgarê Dihokê, 2 Rêvebirên Giştî, 3 Rêvebirên Bajarokan û 14 kursiyên din ên rêveberiyê di hikûmeta xwecihî ya Dihokê de radestî Yekgirtûyê bike.

    Yekgirtû li devera Badînan û parêzgeha Dihokê piştî PDKê partiya duyemîn e û piştî PDKê dengên herî zêde di hilbijartinan de distîne.

    Herwiha PDK soz daye aşûriyan jî ku dê Cîgirê Parêzgarê Dihokê bide wan.

    Encûmena Parêzgeha Dihokê ji 28 kursiyan pêk tê. PDKê di hilbijartinên 30ê Nîsana sala 2014an de piraniya kursiyên wê encumenê bi dest xistiye û Yekgirtû jî bi bidestxistina 62 hezar û 162 dengan 3 kursiyên encumenê bi dest aniye.

    Ev rêkevtina PDKê û Yekgirtû di demekê de ye ku li başûrê Kurdistanê krîza Serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam e û di navbera her 4 aliyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji aliyekê û PDKê ji aliyekê din de nakokî hene.

     

    Bi heman mijarî:

    PDK beşdarî kongreya PYDê bibe
    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    Pêşmergeyên PDK- Î derbasî nav bajarê Şino bûn!
    PDK: Divê PKK rê bide HDPê
    Di navbera PDK-Î û Îranê de şer derket
    PDK: Em amadene liser projeya Dr Berhem Salih biaxivin
    PDK û YNK pirsa hilbijartina serokê herêm gotebêjkirin
    PDK bersiva Serokomarê Îranê da; Pêşmerge cîhanê diparêze
    Etîketan:
    PDK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de