13:54 24 Mijdar 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    Şêwirmendê PDKê: '63 dewlet amade ne ku Kurdistanê nas bikin'

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Şêwirmendê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Dr. Mihemed Salih Cuma di hevpeyvîneke ligel kovara Gulanê de li ser mijara dewleta kurdî, alîgir û neyarên wê şîroveyên xwe vegotine.

    ‘Sedema aciziya Tirkiya û Îranê'

    Cuma li ser derketina DAIŞê û guhertinên pê re hatî wiha dibêje: ‘Piştî êrîşên DAIŞê yên li ser Kurdistanê me ziyaneke mezin dît, gelek qurbanî dan. Lêbelê li aliyê din ve jî nexşeya herêmê ya Sykes Picot hilweşiya. Ev hilweşîn ji bo kurdan jî bû destkeftineke baş. Lewma Îran, Sûriya û Tirkiya ewqasî aciz dibin.'


    ‘Kiyê Dewleta Kurdistanê nas bike'

    Dr. Mihemed Salih Cuma radigihîne ku piştî serhildana sala 1991ê û li başûrê Kurdistanê damezrandina herêmeke aram, derfet daye kurdan ku êdî muhtacî dagirkeran nebin.

    Dr. Cûma derbarê dewletên ku piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê jî wiha got: ‘Niha 63 dewlet piştgiriya Kurdistanê dikin û dixwazin dewleta kurdan bê damezrandin.  Di destpêkê de Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa û Almanya, herwiha welatên Yekîtiya Ewropayê û gelek dewletên din amade ne ku dewleta kurdan nas bikin.'

    ‘Îran, Sûriya û Tirkiya bi destê partiyên siyasî pêvajoya serxwebûnê ya bi pêşengiya Barzanî asteng dikin.'

    Dr. Cuma derbarê helwestên partî û aliyên siyasî de jî wiha dibêje: ‘Serokên wan ne li dijî şexsê Mesûd Barzanî ne; lêbelê di kesayeta wî de bi handana Îranê dijîtiya daxwaz û armancên wî yên li ser damezrandina dewleta kurdan dikin. '

    Şêwirmendê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Dr. Cuma dibêje ku Barzanî ji bo damezrandina dewleta kurdî piştgiriya dewletên cîhanê misoger kiriye û lewre partiyên siyasî derdixe pêşberî Mesûd Barzanî.

    Şêwirmendê Barzanî di dawiya hevpeyvînê de dibêje ku  de jî got: ‘Dewleta Kurdistanê îro ne tenê daxwaza kurdan e, herwiha bûye pêwîstiyeke aştî û ewlekariya cîhanê jî. Dewleta Kurdî bûye dazxwaza Hêzên Hevpeyman û êdî tu hêzek jî nikare li pêşiya vê astengiyan çêbike.

    Bi heman mijarî:

    Ji Barzanî bo malbatên pêşmergeyên dîl serdaneke watedar
    Amerîka bi Barzanî re derbarê operasyonên Rûsya li Sûriyeyê de gotûbêj kir
    Barzanî bersiv da Rûsyayê: "Ji bo şerê li dijî DAIŞê em amade ne"
    Etîketan:
    Barzanî, kurdî, PDK, Kurdistan, Kurd, PDK, Dr. Mihemed Salih Cuma, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de