12:27 25 Mijdar 2017
Zindî
    Mahmûd Osman

    Mehmûd Osman: Divê em li pey berjewendiyên xwe bin

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Dr Mehmûd Osman, bo me ya girîng berjewendiya kurdan e, ne hevpeymaniya Amerîka an jî Rûsyaye.

    Navenda Nûçeyan — Siyasetmedarê Kurd Dr Mehmûd Osman ji bo ajanseke medyayî got, ku pêwîstiya herêma Kurdistanê bi arîkariyê heye bo jinavbirina DAIŞ'ê. Ji bo vê jî hevpeymaniya ligel Amerîka yan jî ligel Rûsya divê di berjewendiya kurdan û Pêşmerge de be.

    Osman diyar kir, Rûsya niha ji bo parastina Beşar Esed destwerdaye Sûriyê, amanca Rûsya li Sûriyê ne tenê bombebarankirina DAIŞ'ê ye, yên mûxalîfên Sûriyê jî di nav de ne.

    Mehmûd Osman balkêşa ser pêvajoyên dahatuyê jî û diyar kir ku, ‘dibe rewş girantir be, niha Rûsya ligel Iraqê hevpeymaniyê dike. Lê ne diyare ka di dema pêş de bixwaze ligel kurdan jî bike yan ne. Lê herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê dibe ku

    hesabê vê yekê jî kiribin. Heke Rûsya xwest arîkarî bide Pêşmerge, divê neyê red kirin.'

    Siyasetmedarê Kurd diyarkir ku mijara şerê terorîstên DAIŞ'ê mijarek taybete û pêwîstî bihevkarî û alîkariyek zêde heye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Kurdistan bi serbestî dikare petrola xwe bifroşe
    Serokê Kildaniyan: Kurdistan aram e
    Li Amerîkayê fîlma hera baş: 'Kurdistan Kurdistan'
    Kurdistan li ber hilbijartina pêşwext e
    Etîketan:
    HHK, Mehmûd Osman, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de