23:27 19 Hezîran 2018
Pêşmerge - Mûsil Operasyon

Pêşmerge: '15 şehîd, 22 birîndar hene'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Kemal Kerkûkî diyar kir ku di şerê îro de 15 pêşmerge şehîd bûne û 22 jî birîndar in.

Hêzên Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê operasyoneke berfireh pêk anîn û heta niha 18 gund xistine destê xwe de.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî  ragihand: ‘Heta niha 18 gund ji wan 20 gundên ku armanca Pêşmerge bûn, ji DAIŞê hatine stendin. Herwiha 15 Pêşmerge şehîd ketin û 22 jî birîndar bûn.'

Derbarê şehîd û birîndarên Pêşmerge, Kemal Kerkûkî wiha got: ‘Mixabin di vê êrişê de şehîd û birîndarên me henin. Ti şer bê şehîd nabe. Piraniya wan kesan ji ber mayînan şehîd û birîndar ketin.'

 

Bi heman mijarî:

DAIŞê êriş kir - 4 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
Dîsa navbera DAIŞ û Pêşmerge de şer derket
Pêşmerge; êrişa DAIŞê têk bir
DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî pêşmerge kir
Şêx Cefer: Pêşmerge ji aliyê derûnî ve ne aramin
Aşkere bû ku DAIŞ’ê gaza Xerdel li dijî Pêşmerge bi kar aniye
Etîketan:
Pêşmerge, Kemal Kerkûkî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de